Tabûra Enternasyonalîst ya Azad bang li tevahî jinên cîhanê
10:23
Rojda Serhat /JINHA
SERÊKANÎYÊ -Tabûra Enternasyonalîst ya Azad, ji gel û netewên cûda yên cîhanê pêkhatiye û li Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşînê dide. Şervana TKP-ML TİKKO Sefagûl Aslan bang li tevahî jinên cîhanê kir û wiha got: "Serkeftina têkoşîna azadiya jin ya li Rojava wê ji bo hemû cîhanê bibe hêvî."
Berî çend rojan li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cîzîra Rojava bi merasîmekî Tabûra Enternasyonalîst ya Azad vebûyîna xwe îlankir. Şervana TKP-ML TİKKO Sefagûl derbarê şoreşa Rojava û Tabûrê de nirxand û diyar kir ku ew wek şeravana TİKKO'ê yê tevlî parastina şoreşa Rojava bûye. Sefagûl da zanîn ku Tabûra Enternasyonalîst ya Azad ji gel û netewên cûda yên cîhanê pêkhatiye û ev tabûr li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn dide meşandin. Sefagûl anî ziman ku tabûr tenê yekîneyekî leşkeriye û wiha domkir: "Ji tevgerên şoreşgerî yên Tirkiyê, TKP-ML/TİKKO, MLKP, BOG, MLSB/ Cepha Şoreşger, Lenînîstên û Marksîstên Îspanya yê, Tevgera Înşa ya Komînîstan, şevanên Anarşîst û Komînîst ya Yunanistanê û ji Almanya yê şervanên Cepha Şoreşgerî a Komînîstan cih di nava tabûrê de digrin."
Di nava Tabûrê de hemû gelên cîhanê cih digrin
Sefagûl bang li tevahî tevgerên şoreşgerî ya cîhanê û kesayetên şoreşgerî kir û da zanîn ku tabûr ji bo hemû kesên ku dixwazin li hember DAIŞ'ê şerbikin vekiriye. Sefagûl balkişand ku têkoşîn li hember DAIŞ'ê rewaye û wiha pêde çû: "Çawan ku ji hemû welatên cîhanê mirov tevlî DAIŞ'ê dibin û şerek dijî mirovahiyê pêktîne, em jî li dijberê wê ji bo parastina rûmeta mirovahiyê têkoşîn bikin me tabûra girêdayî hêzên YPG û YPJ'ê ya ku ji hemû gelên cîhanê pêktê avakiriye û ji bo em yekîtiya enternasyonal mezin bikin hatin ba hev. Di nava tabûra enternasyonal de ziman, netew û gelên cûda heye. Di tabûre de zimanê têkoşînê me li hev dicivîne. Tabûr weke tabûrek bi tevger dê cihê xwe li tevahî çeperan bigre."
'Her serkeftinek dê ji bo têkoşîna azadiya jin bibe hêvî'
Sefagûl da zanîn ku ewê tevlî vekirina korîdora di navbera Kantona Cizîrê û Kobanê de bibin û di nava tabûrê de şervanên pispor hene û tevlîbûnên nû jî berdewam dikin û wiha got: "Armanca me bi mezinbûnê re şoreşê parastine." Sefagûl behsa polîtîkaya tabûrê ya li hember jin kir û wiha domkir: "Dema ku em DAIŞ'ê digrin dest em diyaroka wî a tevevûzê digrin dest. Bi hezaran jinên Şengalê ji aliyê çeteyan ve rastî tecevûzê hatin û li bazaran hatin firotin. DAIŞ dijminê jinê ye. Serkeftina têkoşîna azadiya jin ya li Rojava wê ji bo hemû cîhanê bibe hêvî."
'Pêwîste jin ji mal derên û tevlî şoreşa Rojava bibin'
Sefagûl da zanîn ku bi hezaran sal jin tê bindest kirin û rastî hemû cûreyên tûndiyê tê û wiha pêde çû: "Di çeperên şerde cih girtin tê wateya ku derbeya herî giran li pergala dijî jinê dayîne. Ji ber vê yekê em bi coş in. Berxwedana YPG û YPJ'ê li vir me gelek bi coşdike. Li welatê xwe me êrîşa dewleta Tirk ya li dijî jin dît. Kesên ku jin tecevûz dikirin bi zagonê xwe rewa dikir. Pêvajoya guhertinê bi mezinbûna şoreşê vî welatî re dê ji bo jinên li Tirkiyê û gelek welatên din bibe hêvî. Ev pêngav ji bo azadkirina jin gelek girînge. Ji ber vê yekê em dixwezin jin ji malê xwe derên û werin tevlî şoreşa Rojava bibin. Dikarin tevlî gelek mertebeyên înşa kirina pêvajoyê bibin. Li Rojava tenê şer tune ye. Cûreyên şer û mertebeyên cûda heye dikarin bibin perçeyek ya vî şerî."
Sefagûl destnîşan kir ku hebûna tabûrê ji bo artêşbûna jinê xwedî wateyek girînge û bi vê tabûrê re dê artêşbûna jinê bighêje astek bilind.
(rc)