Navnîşana jinên Hesekê Weqfa jina Azad e

10:46

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Weqfa Jina Azad ya ku li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê vebûye armanc dike ku hêza çareseriya pirsgirêka jinan avabike.

Weqfa Jina Azad ya ku berî salek li bajarê Hesekê vebûye armanc dike ku bibe hêza çareseriya pirsgirêka jinan. Rêvebira Weqfê Firyal Ehmed derbarê xwebatên xwede agahî da û wiha got: "Rêvebirên Weqfê ji 7 kesan pêktê. Rojê bi sedan jin ji bo pirsgirêkên xwe serî li Weqfê didin. Êdî jin pergala mêr a 5 hezar sal napejrîne û ji bo xwe jê rizgar bike têkoşîn dide." Firyal da zanîn ku jin dixweze bibe xwedî vîn, hêz û wiha pêde çû: "Bi pêkhatina şoreşa Rojava re jin li her qadê cihê xwe girt û vîna wê pêşdikeve. Mêrê ku li pêşiya pêşketina jin dibe asteng em hişyar dikin û dixwezin ku li hember vîna jin bi rêzbin."

'Pirsgirêkê ku me derbasbike em sevkê dadgehê dikin'

Endama Komîteya Li hevhatinê ya Weqfê Lîne Ebdelqadîr darbarê dozên ku tên destê wan de agahî da û diyar kir ku ew despêkê hewil didin bi lihevhatinê pirsgirêkê çareser bikin. Lîna da zanîn ku pirsgirêkê ku wan derbasbike û neyê çareserkirin ew sevkê dadgehê dikin û wiha got: " Hêviya me ji hemû jinan ewe ku şopdarê mafê xwebin û têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku jin li Rojava bûn sembola qehremantiyê."

(rc)