Hêzên YPG/YPJ'ê ketin nava Girê Spî

13:18

JINHA

GIRÊ SPÎ - Hêzen YPG/YPJ'ê ji aliyê rojhilat û başûrrojhilat ve ketin nava bajarê Girê Spî (Til Ebyad). Şervanên YPG/YPJ'ê ku li 2 taxan bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine pevçûnan, kîlometreyekê nêzî Deriyê Sînor ê Til-Ebyad-Kaniya Xezalan bûne.

Pêngava dorpêçkirina ku hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El-Firat li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di Til Ebyadê de daye destpêkirin, didome.

Şervanên YPG û YPJ'ê şevê din piştî ku Çemê Cellab derbas kirin û pireya li ser çem û girê li dora bajêr kontrol kirin, ji aliyê rojhilat û başûr ve ketin nava Girê Spî.

Hat ragihandin ku niha li taxa Meşhur Fokanî ya li rojhilat û li taxa Meşhur Tehtanî ya li başûr rojhilat pevçûn didomin.

Li aliyê din şervanên YPG/YPJ’ê bi qasî kîlometreyekê nêzî Deriyê Sînor ê Til-Ebyad û Kaniya Xezalan bûne û di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer didome.

(rc)