GOÇ-DER'ê starta xebatên 'Hefteya Goçberiyê' da
15:08
JINHA
STENBOL - Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya Kesên Koçberbûn (GOÇ-DER) starta bernameyên "Hefteya Koçberan" da û bang li hikumet kir ku bi lez rewşên vegera gundan pêk bîne û muzakereye pirsgireka kurd çareser bikê û peywirdariya deklarasyona Dolmabahçe bîn cih bîne.
GOÇ-DER'ê di çerçoveya "Hefteya Koçberan" de li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekî starta xebatên Hefteya Koçberan da. Di çalekiye de wêneyên gundê hatin valakirin, talankirin û dowîzên "Em dixwazin vegerin gunde xwe" û "Bila vegera gunda bi zagonan ewl bikin" hatin hilgirtin. Hevserokê GOÇ-DER'ê Abdullah Geldî daxuyanî xwend û diyar kir ku ew her sala Zagona Îskanê ya ku di 15'ê hazirana 1934'an de xwestîn bêxin dewreyê şermezar kir.
Abdullah anî ziman ku xwestin bi Zagona Îskanê kesên gayrî muslîm û kurdan asîmîle bikin û wiha got: "Bi 'Kanuna Tuncelî ya ku derheqe îdareya Vilayete' de ya sala 1935'an navê gelek ciha guhartin. Piştî sala 1938'an ji Dêrsîmê 12 hezar kes hatine koçberkirin. Kanûna îskanê ya mecbûrî heta sala 2006'an berdewam kir."
Abdullah da zanîn ku di salên 90'î de 4 hezar qadên welatî lê dijîn hate velakirin û 3 mîlyon kes hatine koçberkirin. Abdullah bilêv kir ku kesên hatine koçberkirin li cihê ku çûne rastî gelek zehmetiyan hatin û wiha axivî: "Gelek maf hatin binpekirin. Êdî Tirkiyê ji ber pevajoya xwe ya Yekitiya Ewropayê mecbur ma van pirsgireka bibînê. Lê ev yek ji dewsa pirsgirekê goçberiye çareser bike, zêdetir kurkiriyê û tazminata kesên maxdur bûye nedayê wan.Em bawer dikin ku ev pirsgirêkan Goçê ancex bi çareserbûna pirsgirêkan kurd de bi muzakerêyan çareser bibê."
'Tazmîna mafên hatin binpêkirin pêk nehatin'
Abdullah anî ziman ku di pêvajoya valakirina bi zorê ya gundan rêgezên peymanên mafên mirovan hatin binpêkirin û wiha pê de çû: "Ligel wê yêkê mafên milyonan kesan ên can, mal, paratina mal, parastina malbat, azadiya gerê, pêkanînên îşkence û muameleyê xirab hatin binpêkirin." Abdullah da zanîn ku valakirina gund û koçberiya bi zorê çanda heremê jî taxîrp kir û hikûmetên Tirkiyeyê jî li şuna mekanîzmayên çareseriyê pêk ne anîne hêj bêtir tevlîhev li dar xistin. Abdullah bilêv kir ku zagonên hatin çêkirin mafên koçberan taznîm nekirin.
'Divê astengiyên pêşiya vegerê bên rakirin'
Abdullah destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkê ya mayîde dê bi muzakereya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê pêk bê. Abdullah têkildarî mijarê de û çareseriya pirsgikê de wiha bang li hikûmetê kir: "Divê ji terzê mudaxîla şerê navxweyî yê Suriyeyê dest bê berdan. Divê Tirkiye mafên penaberên Suriye û Rojava yên li Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî bi cih bîne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi demildest pêvajoya muzakereyan bide destpêkirin. Ji bo binpêkirinên mafên jiyanê derbixin holê Komîsyona Lêkolîna Heqîqatan bê avakirin. Ji bo cînayetên kiryar nediyar bên ronîkirin bi hêz lêpirsîn bê kirin. Divê astengiyên pêşiya vegera gundan bên rakirin. Divê demildest dest ji HES û bendavên vegera welatiyan asteng dikin bên rawestandin.
GOÇ-DER di çarçoveya 14-21'ê hezîranê Hefteya Koçberan de dê sibê seat di 20.00'an de li taxa Tarlabaşi têkildarî veguhaztina bajarvaniyê de civînê li dar bixe. Di 17'ê hezîranê de li Başkşehîrê dê penaberên Suriyeyê bên ziyaretkirin. Di 19'ê hezîranê de li Qada Bakirkoyê dê pêşengeha wêneyan a koçberan bê vekirin. Di 20'ê hezîranê de li Qada Kadikoyê pêşengeh bê vekirin.
(rc)