Di kantona Cizîrê de 385 komînên xweser hatin ava kirin

09:17

Perwîn Xelîl /JINHA

QAMÎŞLO-Seroka Meclisa Yekitiya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî di diyar kir ku bi hamleya avakirina komînên xweser de li Kantona Cizîrê zêdetirî 385 komîn hatine avakirin û li bajar û gundan jî xebatên ava kirina komînên xweser didomin.

Seroka Meclisa Yekitiya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî di derbarê hejmar û xebatên kominên de axivî û diyar kir ku bi hamleya avakirina komînên xweser de seranserî li Kantona Cizîrê zêdetirî 385 komîn hatine avakirin û li bajar û gundan jî xebatên ava kirina komînên xweser didome. Welîda anî ziman ku hamleya ji nûve avakirina komînên xweser zêdetirî mehekê ye dest pê kiriye û hê jî berdewam dike, ji ber rewşên awarte li hin bajarên wek Hesekê û Til Temirê astengî çêbuye lê avakirina komînan bi dawî nebûye. Welîda wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Di vê hamleyê de komînên nû tên avakirin û komînên ku di xebatên wê de lawazî pêk hatibe sererastkirina wê tê kirin.''

'Komînên xweser hamleya birêxistinkirina civakê ye'

Welîda der barê armanca kominan de jî axivî û da zanîn ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dema hamleya birêxistinkirina civakê dest pê kiriye xebatên kominan jî hatiye destpêkirin û ev hamle hê berdewam dike. Welîda anî ziman ku ji bo bigîhîjin hemû jinan û karibin bi hişmendiya îdeolojiya rizgarkirina jinan wan bi rêxistin bikin dixebitin û wiha berdewam kir: ''Avakirina komînên xweser ji bo em bikaribin xwe bighîjinin hemû jinên Kantonê girînge. Armanca me ew e ku em hemû jinên Rojava birêxistin bikin, erk bidin wan ku bikaribin bibin têkoşerên avakirina civakek exlaqî polîtîk û jiyaneke hevbeş.'' Welîda destnîşan kir ku komînên gîştî û yên xweser jî hene ku ferq û cûdahiya wan di nava komînên xweser de diyar dibe û pirsgirêkên jinan bi awayekî bingehîn zêdetir tên kontrolkirin. Welîda destnîşan kir ku komînên gîştî girêdayî hemû beşên civakê ye û axaftina xwe wiha domand: '' Em li hember kevneşopiyan têdikoşin û dixwazin ku zanebûn di nava jinan de pêş bikeve û jin di nava civakê de bibin pêşeng.''

'Di nava komînan de jiyaneke bi wate tê jiyankirin'

Welîda ji nûve avakirina komînan de bal kişand ser hamleya nû û da zanîn ku di nava sîstema kar û xebatê de guhertin û veguhertin pêk hatiye ku di nava hemleya berê de avakirina komînan baş nehatibû sîstematîze kirin û got: '' ji ber ku di kominên berê de xweseriya jinan li ber çavan nehatibû girtin û jin li derveyî komînan de mabûn niha ji bo hemû jin cihê xwe di nav kominan de bigrin ev hemle hat destpêkirin.'' Welîda axaftina xwe wiha domand: '' Jinên ku di nava komînên gîştî de cihê xwe digrin jî û yên di nava komînên gîştî de cihê xwe nagrin tevlî komînên xweser dibin. Komînên gîştî de jin hebe jî ji bo me ya herî girîng komînên xweser in.Dema ev hemleya avakirina komînan me destpêkir me xwest hemû jin cihê xwe di nav de bigrin ji ber ku di vir de jin li xwe xwedî derdikevin û pirsgirêkên xwe bi rêya komînan çareser dikin.'' Welîda da zanîn ku di nava komînan de jiyaneke bi wate tê avakirin û bandora xwe ya erênî li ser tevahî civakê pêk tîne û daxwaza xwe ya ji bo jinan jî anî ziman ku hemû jin di nava taxan de cihê xwe di nava komînan de bigrin û xwedî li komînan derbikevin.''

' Jin divê jiyana xwe birêxistin bikin '

Welîda der barê şêwazên avakirina komînan de jî axivî û da zanîn ku di komînên gîştî de sîstema hevseroketî tê meşandin û di komînên xweser de jî berdevka komînê û du alîkarên wê hene. Welîda naveroka kominan jî vegot û da xuya kirin ku komînên xweser ji 5 komîteyên wek perwerde, aborî, lihevhatin, parastin û tendurist pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Di nava rêveberiya komînan de jinên ciwan jî cihê xwe digrin ku ev jî yek ji esasasên komînan e. Hilbijartin jî di navbera jinên taxê de çêdibe û jinên xwedî tecrûbe û di nava civakê de xwedî kedin û dikarin vî erkê bigrinli ser milên xwe bi awayekî demokratîk berdevkê kominan tê hilbijartin.''

'ji bo jiyaneke bi wate, demoqratîk tevlî komînan bibin'
Seroka Meclisa Yekitiya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî di axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Daxwaziya me ji hemû jinan ew e ku ji bo serkeftina komînên xweser erkên ku li ser milên wan in rast pêk bînin, bi berpirsyarî tevbigerin û dûrî berjewandiyan di nava komînan de cihê xwe bigrin û jiyana xwe birêxistin bikin.''

(ch)