Şoreşa Rojava civakê jî diguherîne

09:18

Dîdem Elî/JINHA

SERÊKANIYÊ- Bi şoreşa Rojava di nava civakê de gelek guhertin pêk hat û bi taybetî jin bi sekna xwe gelek pêkhatîyên xwe dan qebûl kirin.


Jinên ku bi şoreşa Rojava destkeftiyên mezin bi dest xistin, civakê jî bi xwe re guherandin ku niha jin di gelek cihên cuda de cîh digrin û di saziyan de bi asteke bilind dixebitin. Yek mînak jî zabitayên bajarê Serêkaniyê ye. Jina ciwan a bi navê Zîlan Serêkanî jî der barê vê mijarê de axivî û got: " Ji ber ku hezkirina min gelekî ji karê zabiteyê re hebû û min dixwest ez alîkariya rêxistinî di nava civakê de bikim min dest bi vî karî kir û ev saleke ez karê zabitayê de dixebitim.''

Zîlan axaftina xwe wiha domand: '' Em rojane ji 8'ê sibehê heta seat 4'ê piştî nîvro karê xwe bê navber dikin. Kare me piranî bi xwediyên erdan û dikanan re ye û civak pêşîyê me qebûl nedikirin. ji ber vê me gelek zehmetî jî kişandin lê niha gel me qebûl dikin û bi taybetî jî jin biryarên me bi dilekî vekirî pêşwazî dikin.''

' Jinê bi sekna xwe, xwe îspat kir'

Canda Şêxo ya bi eslê xwe Erebe der heqê peywira xwe de axivî û wê jî bal kişand ku pêşiyê ji alî gel rastî bertekan hatine lê bi xebat û sekna xwe van bertekan paşve birine. Canda diyar kir ku bi dilxwazî dest bi peywira zabitayê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Ez salek û nîve tevlî nava xebatên zabîtayê bûme. Hemû kesan digotin karê jinê zarok û karê malê ye û ji ber van nêzîkatiyan me pir tengasiyan jiyan kirin lê bi têkoşînê me nêrînên gel ya hemberî xwe guherandin û me xwe bi civakê dan qebûl kirin.''

Canda da zanîn ku tenê xebatên zabitayê nakin û pêwist bike ji bo piştgiriya YPG ûYPJ'ê jî di eniyên pêş de şer dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Ji bo rizgarkirina gundên Serêkaniyê jî em heta dawiyê li gel YPJ'ê cîh digrin û berpirsyariyên ku dikeve ser milêb me em bi cîh tînin û ji bo YPJ /YPG'ê serkeftinê dixwazin."

(ch)