Mala ku lê şîddet dîtiye wê bibe navenda çareseriya pirsgirêka jinan

09:30

Zêrîn Kurtay-Roksan Efrîn /JINHA

QAMİŞLO - Azîze TilTemir bi hinceta ku zarokê wê çênabe bi salaye ji aliyê hevserê xwe ve rastî tundiyê hatiye, bi berxwedana şervanên YPJ'ê re li hember pergala desthilatdariyê bu xwedî hêz. Azîze da zanîn ku mala ku bi salane lê rastî şîddetê hevserê xwe hatiye, ewê bike navenda çareseriya pirsgirêka jinan û ji ber vê yekê bang li tevahiya jinan kirin li dora hev bicivin û zanistiya rêxistinbûnê pêşbixin.


Azîze TilTemir ruxmî ku 27 sal ser zewacê wê derbasbûye û her rastî tundiyê hatiye hîna sekna xwe ya bi bawer diparêze. Azîze diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristî ya hevserê wê zarokê wê çênabe û wiha got: "Her çiqas pirsgirêk ji mêr be jî jin wek pirsgirêk dibînin. Gelek car hevserê min tundî li hember min bi karanî û avêt ber derî, lê ji ber ku min kevneşopiyên civakê nasdikir heya sibê li ber derî dimam û bi cihek ve ne diçûm. Sibê piştî ku derî vekiriba ez diketim malê xwe. Ji ber vê yekê gelek car rastî tundiya hevserê xwe dihatim. Herî dawî keç apê xwe re zewicî û min qewitand dixwest min ji malê dûr bixe. Lê min têkoşîna vê yekê da û bi cihek ve ne çûm.

'Bi berxwedana Şervanên YPJ'ê re ez hîn bi hêztir bûm'

Azîze diyar kir ku ji ber sekna xwe ya bi berxwedêr dawî hevserê wê malê terk kiriye û wiha pêde çû: "Ji mal derket lê hîna mal ji min dixweze. Piştî ku bi tenê mam min jiyana xwe bi xwe rêvebir. Du piştîkên min heye min tenêbûna xwe bi wan re parvekir û derdê xwe ji wan re vegot. Ez ji hevserê xwe cûda bûm lê tû caran min dev ji jiyanê berneda." Azîze bi lêvkir ku di çerçoveya Rêxistina Jin ya Yekîtiya Star ew gelek car çûye çeperan û xwarin ji şervanan re çêkiriye û wiha got: "Bi YPJ'ê re hez hîn zêdetir bi hêzbûm. Dema ku min berxwedana wan a bê hempa didît daxwaza min a têkoşînê jî zêde dibû. Êdî ji berê zêdetir girêdayî jiyanê me û hîn zêdetir jî jiyanê hîssdikim."

'Mala min dê bibe navenda çareserkirina pirsgirêkê jinan'

Azîze da zanîn ku li hember pergala desthilatiya mêr serî tewandin tê wateyê koletiyê û wiha domkir: "Hevserê min piştî ku ji min veqetî vê carê malê ji min dixweze lê ezê vê malê bikim navenda jinan. Ev mal dê bibe navenda çareseriya pirsgirêka jinan. Xebatên Yekîtiya Star dê li vê malê pêk were. Jin tu caran min bi tenê ne hêştin û ez bi wan re bi hêzbûm û pêşketim. Emê bi felsefeya Rêber Apo re xwe bi rêxistin bikin û emê jiyana xwe jî wiha bi rêxistin bikin. Pêwîste jin li her qadê jiyanê xwe bi zanistiya rêxistinê bi hêz bike û pêşbixe."

(rc)