Li Girê Sipî alaya YPG'ê li ba dibe

10:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarê Girê Sipî ku 2 salin di bin dagirkeriya çeteyan de bû, di encama operasyonên YPG/YPJ, Burkan El-Firat û Lîwa El-Tehrîr de, bi tevahî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Li gorî nûçeya ANHA yê, hat diyarkirin ku bajarê Girê Spî piştî saet 21.20’an û şûnde ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Di encama operasyonê de bajar piştî dagirkeriya 2 salan ji çeteyan hate rizgarkirin û li hemû avahiyên bilind, her wiha Deriyê Sînor ê Girê Sipî-Kaniya Xezalan alên YPG’ê û Burkan El-Firat hatin daliqandin.

(zt)