'Serkeftina bi rizgariya Girê Sipî tacîdar bûye li tevahî mirovahiyê pîroz be'
12:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya serkeftina YPG û YPJ'ê ya azadiya Girê Sipî Meclisa Yekîtiya Star ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek da û got: "Di şoreşa Rojava de serkeftinên dîrokî pêktên. Di pêngava sêyemîn ya hemleya Şehîd Robar Qamişlo û şehîd Gelhat ku di kantona Cizîr û Kobanê de serkeftinên dîroka kurdistanê jê re şahidî nekiriye îro pêk tên. Ev serkeftin ne tenê kurdistanê, pêşveçûna tevahî herêmê bandor dike.
Di çarçova Hamelya Şehîd Robar Qamişlo ya ku Çiyayê Kewzanan û gelek deverên dinê hatî rizgarkirin de bajarê Girê Sipi yê Kantona Cizîr û Kobanê digihîne hev jî rizgar bû. Bi wesîla serketina Hêzên HPG û YPJ'ê ya azadiya Girê Sipî de Meclisa Yekîtiya Star daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên YPG'ê û YPJ'ê bi hevkariya Birkan el Furat binavê pergala xweseriya demokratîk û Netewa demokratîk efsaneyan dineqişînin. Hemleya ku îro bi serkeftina Girê Sipî tacîdar dibe ji bo Rojavayeke Azad û Suriyeyeke demokratîk a mayînde bê avakirin gaveke jiyaniye bêyî wê nedibû. Ev pêngav misogeriya pêkanîna vê pirojeyê ye. Vê pêngavê hemû pîlanên dijminane yê DAÎŞ'ê û hevkarên wan AKP li ser Rojava û tevahî heremê têkbir."
'Azadiya Girê Sipî serketina demokrasiyê û jinane'
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Êdî divê hemû hêzên ku dijminatiyê di serî de Turkiyê û DAÎŞ bizanibin ku hemû siyasetên wan têkçûn û êdî dem ew deme ku ew têkevin selika çopê ya dîrokê. Sekreftina vê pênkavê serkeftina pergala xweseriya demokratîke, serkeftina pirojeya Netewa Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan e. Serkeftina tevahiya jinan e. Vê pêngavê car din destnîşan kir ku vîna mirovê azad bi tu awayî têk naçe. Em wek Yekîtiya-Star vê serkeftinê destpêkê li tevahî şerevanên ku di vê pêngavê de cî girtine, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ê ku ev piroje ji bo gelan li pêşxistiye, li hemû gelê me û tevahî gelên di heremê de, li tevahiya jinan û dayikan, li tevahî aştîxwaz û demokratan pîroz dikin."
Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin û wiha hat dom kirin: "Di serî de em bang li tevahiya jinan û mirovahiya bi rûmet ku bi rihê Arînan xwedî li serkeftin, nirx û destkeftiyên xwe yên bi ked û fedekariya şehîdan hatine avakirin derkevin û wan biparêzin. Em şehîdên xwe yên qehreman bi bîrtînin û soza şopdariya têkoşîna wan nû dikin.
(zk-px/zt)