Ji bo Şervana YPJ'ê Meryem Ozkan meş û mewlud

13:15

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê Ji bo Şervana YPJ’ê Meryem Ozkan (Dicle Gabar) meş hat li darxistin û mewlûd hat dayîn. Dayika Meryem Ozkan Amîne Ozkan got ku ew hêvî dike keça wê bibe kevoka aşitiyê û bes rondikên dayikan bibarin.

Ji bo Şervana YPJ’ê Meryem Ozkan (Dicle Gabar) ya li Çiyayê Kezwanê yê Heseka Rojava di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da meş hat li darxistin û mewlût hat dayîn. Parlementerên HDP’ê Feysel Sariyıldız, Aycan Îrmez, Ferhat Encû, Leyla Bîrlik, Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zozan Anuk, Hev seroka Şaradariya Hezexê Nevîn Oyman, MEYA-DER, rêvebirên HDP û BDP’a Cizîrê û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên ku posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Meryem Ozkan(Dicle Gabar) li ser bû hat vekirin û girseyê durêşmên “Şehît namirin” “Kurdistan wê ji DAİŞ’ê re bibe goristan” û ” Ey şehît rêya te rêya me ye” hatin berz kirin. Meşa ku li ber avahiya HDP’ê despêkir li ber Mala Gel ya Cudî bi dawî bû. Li wê bernameyek ji aliyê Meya-Derê ve hatibû amadekirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Meya-Der ê Mele Qsim Yixit axivî.

‘Em serkeftina Girê Sipî Silav dikin’

Mele Qasim got ku gelê Kurd li rojhilata navîn destan nivisiye û wiha domand: "Yek ji wan kesên ku destan nivisine û bedana xwe feda kirine rê heval Gabar Dicle ye.” Piştî Mela Qasim Leyla Birlik axivî jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got: “Em tu car wan ji bîr nakin. Eger em karibin iro li vir biştexilin ev fedakariya şehîdan e fedakariya jinê Kurd e. Hun dizanin em di hilbijartinê de bi ser ketin ev serkeftin diyariya şehîdan bû.” Leyla got ku berxedanek mezin li Girê Sipî hatiye dayîn û serkeftine hatiye bi dest xistin û ev tişt got:” Em serkeftina wan silav dikin û bejna xwe li ber wan di tewînin.”

‘Keça min bû kevoka aşitiyê’

Dayika Meryem Ozkan (Dicle Gabar) Amina Ozkan jî got ku gelê kurd li keça wê xwedî derketiye û tabuta keça wê bi kesk, sor û zer û bi kevoka aşitiyê xemilandin e û wiha dewam kir: "Ez dendarê vî gelî me Dicla min nemiriye Dicla min li vir e. Ez bi hêvî me ku Dicla min bibe kevoka aşitiyê bi ser bikeve û êdî bes dayik bigrîn.”

Piştî axaftinan mewlud hat xwendin û parlementerê HDP’ê yek bi yek endamê malabata Meryem Ozkan hembêz kirin û sersaxî ji wan re xwesin.

Herî dawî jî xwerin hat belav kirin.

(ma/zt)