Meryem Kobanê: Wek me soz da we em li Serzorî ne
15:16
Cahîde Harputlû / JINHA
KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê rizgarkirina Serzorî ya di 15'ê Îlon a 2014'an de berxwedana Kobanê li vir dest pê kiribû bi gotina ''Wek me soz da we em niha li Serzorî ne''nîrxand û diyar kir ku vê berxwedana mezin dîyarî 12 şervanên YPJ/YPG ya di Serzorî de jiyana xwe ji dest dane dikin û slavên xwe ji wan re dişînin.
Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê da zanîn ku heger Kobanê îro neketibe ev bi saya berxwedana Serzorîye . Meryem, berxwedana Serzorîyê ya şevek û rojek berdewam kir û 12 şervanên YPJ/YPG li vir pêşengtiya vîna berxwedana Kobanê kiribûn nîrxand û axaftinên xwe yên bi şervanan re ya bi têlsizê bi peyvên xwe anî ziman, em niha bi we re parve dikin
Îro nîrxandina berxwedana Kobanê ya bi germahî ne hêsan e. Lewre girîngîya vê berxwedanê ne tenê di dîroka Kurdîstanê de di dîroka cîhanê de jî wê piştre were dîtin û fêmkirin. Şerê ku li Kobanê hate meşandin ne tenê şerekî newekhev bû, ev şerekî hebûn û nebûyinê bû û qedera Kurdîstanê jî diyar kir ku ev sedsal dê bibe azadiya Kurdîstanê. Ew hêzên paşverût ku lî Rojhilata Navîn gihîştibû bandeva hêza xwe û dixwest ku li Kantona Kobanê jî qetlîamek mezin pêk bîne û Kobanê ji Kurdan paqij bike li hemberî berxwedana Kobanê paş ve çû. Gelê Kurd li hember hêzên dagirker ku bi sedsalan e xwînmijandina çar perçê Kurdîstanê dikin re gotin 'em hene' û derketin pêşberî dîrokê. Berxwedana Kobanê ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê ji bo têkoşîna azadiya gelan bû hêvî û moral. Ev bi saya hezaran lehengên jin û mêr ya bi cangorî xwe feda kirin pêk hat. Kesên ku bixwazin rûhê vê berxwedan mezin û vê şerê îradeyê fêm bike divê rûyê xwe bide Serzorî. Em niha ber bi Serzorîyê ve dimeşin ku demek dirêje, bi mehane em jê dûr ketibûn îcar bi hêzek mezin ji bo vasîyeta şehîdên xwe bînin cîh dimeşin.
' Berxwedan herî mezin li Serzorî pêk hat'
Roja yekemîn ya şerê Kobanê de li eniya Rojhilat de êrîş dest pê kiribû. Li vê eniyê de berxwedana herî mezin jî li Serzorî dest pê kir. Şerên ku di 15'ê Îlonê de destpê kir li eniya Rojhilat de bi tîr bû. Şer di roja yekemîn de li Gundê Serzorî tîr bû û hevalên me yên ku bi hejmara xwe kêm bû li hemberî DAÎŞ'e û çekên wan ên giran derbasî dibistana gund bûn . 12 hevalên me yên ku li vê dibistanê, ji 03.00' yê şevê heta roja din seat 16.30'an bi cangorî ber xwe dan şehîd ketin. Destpêkê de li Serzorî tenê 7 hevalên me hebû. Piştre çend hevalên din ên dilxwaz ji bo teqwiye çûn Serzorî. DAÎŞ bi tankan û bi çekên giran ya 20 mm., 23 mm jî di nav de êrîş dikirin lê tû hevalên me mevziyên xwe bernedan ku ji bilî kleşên (AK-47) û bîksîyên (PKM) destê wan de tû çek tûne bû.
' Hemû rê hatibûn girtin '
Serzorî cîhekî stratejîk e û heger ev der biketa dê girê ku li serî ye jî bikeve. Cihên ku hevalên me ketibûn mevziyê jî li besta herî bilind bû. Heger Serzorî biketa gundên ku tahlîyekirina sivîlan dihat kirin dê biketa talukeyê û ev gund jî wê biketa. Bi vê rê û rêzanî hevalên me diyar dikirin ku wê cihên xwe biparêzin û tû carî mevziyên xwe bernedin. Çeteyên DAÎŞ'ê li 15-16 gundan bi carekê de dest bi êrîşan kirin. Çete bi tank û panzeran û bi çekên giran gundan dorpêç dikirin û dixwestin ku der û dora gundan bigrin û bi lezginî têkevin Kobanê. Li hember vê hevalên me digotin ' em ê cihên xwe bernedin.' Dema cebilxaneyên wan xilas bû 3 hevalên din ji bo alîkariyê çûn Serzorî û li wir man. Piştre 2 hevalên din jî çûn. Me dixwest ku em wan ji nav vê dorpêçê derbixînin, lewre ji 12 hevalên ku 5 jê jin bû 2 kes jî birîndar bû. Me nîqaşa derxistina wan dikirin ku em karibin hin hevalên din bişînin dewsa wan. Ji bo em karibin xwe bigihîjinin hevalên xwe me ji 2 milan hêzên xwe beralî wir kir. Lê DAÎŞ hemû rêyên derbasbûyinê girtibû û girêdayina me û hevalan qut kiribûn. Dema ku ji bo xilaskirina hevalan me hemû hêzên xwe yên teqwiye bi rê kirin hevalên li Serzorî bi têlsizan anonsa dikirin û digotin: '' ji bo piştgiriyê tû hevalan neşînin vir, lewre der û dora me hatiye dorpêçkirin û hevalên ku werin vir dê têkevin pûsûyê û şehît bikevin. Pewîst nake em windahiyên xwe zêde bikin.''
' heta dawiyê şer kirin'
Hevalên me yên Serzorî heta dawiyê şer kirin. Yek bi yek di têlsizan de diaxivîn û rewşa hevalên birîndar bi me re parve dikirin. Mînak heval Peyman digot ' hevala Gûlîstan jî birîndar e.' bi têlsizê me her tîm pêwendî di navbera me de çêdibû. Bi vî awayî me bi her hevalî re têkilî dadianî. Dîsa em bi heval Dilgeş re bi heval Bahoz û Cudî re axivîn. Ev axaftin heta dawiyê berdewan kir û ji bo ku heval bi giştî bandor nebin me qenela têlsiza xwe jî guherand û me tenê bi Serzorî re têkîlî danî. Lewre hemû heval dema rewşa Serzorî dibihîstin ji bo piştgiriya Serzorî xwe pêşniyar dikirin. Ji xwe wê demê li gelek gunda jî şer dest pê kiribû
' Em li qatê jor bûn ew jî li binya me da bûn'
Hemû heval ji têlsizan ji bo ku biçin Serzorî xwe pêşniyar dikirin û digotin ' em dikarin bi dizî ji nava dijmin derbas bibin û xwe bigihîjînin Serzorî.' Lê ji xwe em hêzek teqwiye şandibû û cara dûyem jî hevalên ku xwestin xwe bigihîjinin Serzorî ji ber ku DAÎŞ hemû rêyan girtîbû nikarîbûn pir pêş ve biçin. Ji bo hêzek din ya teqwiye biçe Serzorî talîmat hat dayin lê dema hevalên li Serzorî ne vê bihîstin îtîraz kirin û gotin: '' ji bo piştgiriya vir hevalan nexin talûkeyê. Heger em karibin em ê bi xwe ji vir derkevin û heger em bi ser nekevin jî ji bo piştgiriyê hin hevalên din nexin talûkeyê. Lewre em hatine dorpêçkirin. Der û dora me bi panzêr û tankan girtine û çekên giran êrîş dikin. Em li qatên jor in, ew jî li binya me ne.''
' Ji têlsizan xwerexnedayinê didan û helaî dixwestin'
DAÎŞ ji têlsizan anonsî wan dikirin û digotin ' Teslîm bibin, em ê wê nekujin!' hevalên me jî bersiv didan û digotin: ' DAÎŞ çiqas êrîş bike jî dê nikaribe Kobanê bindest bixe û tû carî nikare li Kobanê serkeftî bibe. Lewre em mîlîtanên partiya şehîdan e. Felsefeya me xeta Serok Apo'ye. Ji bo vê jî em tû carî teslîmîyetê û bênîrxbûyinê qebûl nakin.'' Di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û hevalên me de tenê qatek hebû lê DAÎŞ jî fêm kir ku nikare li hemberî şervanên me tiştekî bike. Hevalên di hemû axaftinan de xwerexnedayinê didan û helalî dixwestin. Mînak hevalek digot: '' Heger hevalên ku dilê wan ji me mabin hene bila me bibexşînin û heqên xwe helal bikin.'' Heval Ciwan jî digot: '' Ez hevalên xwe yên tabûrê yek bi yek maç dikim. Ji hevalên me re bejin ku min peywîrên xwe yên şoreşgerî baş neanî cîh. Wek kesekî şoreşger, ji roja ez tevlîbûna xwe ya tevgerê heta niha ji bo ku li hemberî pêwistiyên şoreşê ez nebûm bersiv lêborîna xwe dixwazim. Min pir dixwest ku ez bibim mîlîtanek rastîn ya Serok Apo. Lê min kesayeta xwe baş venegûherand partîbûyinê. Ji bo vê jî ez xwerexnedayina xwe didim. Heval Peyman jî wiha diaxivî: '' Heval, we her tîm ji me re digotin ' Kesên şoreşger bi ken diçin mirinê' em bi vê felsefê mezin bûn û tû carî em nakevin bêhêvîbûyinê. Lewre em dizanin ku her tim kesên ku çeka me dewr bigre hene. Bi sedan, bi hezaran hevalên me hene. Em di wê baweriyê de ne ku wê di rêya me de bimeşin û nehêlin ku DAÎŞ ji ser vê axa
pîroz re derbas bibe!''
' Bilêvkirina gotinên wan ên dawiyê hevpar bû'
Bilêvkirina gotinên wan ên dawiyê hevpar bû. Bi yek gotinê vasîyeta berxwedanê kirin û berxwedanê di şexsê xwe de pêk anîn. Di berxwedana Serzorî de 75 çete hate kuştin. DAÎŞ jî li hember vê berxwedanê matmayî bûbû û hizirandina bi dest xistina vê dibistanê dikirin. Di destê hevalên me de jî tenê kleş, biksî û ji bo her hevalî 6 şarjor cebilxane hebû. Lê hevalên me heta dawiyê ber xwe dan. Em ji bo çi dibêjin Serzorî destanek e? lewre Serzorî, hêvî û xeyalên terorîstan ji binî de xira kir. DAÎŞ li hember vê berxwedan mezin neçar ma û difikirî ku li gundekî hewqas biçûk de nikarîbûn pêş ve biçin wê Kobanê çawa bi dest bixin? Ji xwe piştî şehadeta hevalên me û ketina Serzorî, DAÎŞ 3 rojan li der û dora Serzorîyê mevziyên xwe danî û nikarîbû gavek jî pêş ve biçe. Taktîk û stratejiyên xwe ji nû ve ji ber çavan derbas kirin û dîtin ku girtina Kobanê ne hewqas hêsan e. Bibîr bînîn ku DAÎŞ di destpêka şer de digot: ' Em ê piştî 4 rojan têkevin Kobanê.' Plana wan ew bû ku di nava 4 rojan de Kobanê bi dest bixin lê berxwedana 12 şervanan dîtin ku şev û roj mevziyên xwe bernedan û teslîmîyetê qebûl nekirin.
' Heta dawiyê metaneta xwe parastin'
Ji 15'ê Îlonê heta êvara 16' Îlonê ber xwe dan. Seat di 16.30'an de DAÎŞ fam kir ku hevalên me dê teslîm nebin û ji ber wê dê nikaribin dibistanê jî bi dest bixînin. Ji ber vê bi çekên giran êrîş kirin û dibistanê tevahî dan ber agir. Dibistan dişewitî lê hevalên me heta dawiyê metaneta xwe parastin, ne ketin telaşa mirinê ne jî tirsiyan. Ev di axaftinên wan de diyar dibû. Ya rastî dema mirin nêzî mirovan bibe tirs dikeve dilê wê/wî. Lê hevalên me sankî mirin ne ber serê wan bû, ji cihekî derbasî cihekî din dibûn bi moralek mezin tenê helalî ji hevalên xwe dixwestin. Wek Hayrî Durmuş her tîm digotin:'' Em deynderê welatê xwe, gelê xwe û deynderê Kobanê ne.'' Vasîyeta wan jî ew bû ku digotin 'DAÎŞ bi wan botên xwe yên qirêj divê nekevin axa pîroz.' Êdî bataryaya wan jî xilas dibû û demek din deng ji cîhazan hat birîn. Gundê Serzorî û dibistana ku 12 şervanên me tê de bûn lî hemberî me bû û me şerê ku li wir berdewam dikir didît. DAÎŞ der û dora dibistanê bi tank û panzêran dorpêç kiribû û ji her alî êrîş dikirin. Lêdanên me yên bi çekan tesîr nedîkîr. Hevalên me bênavber çekan bi kar dianîn û ji ber vê çete newîrîbûn bervê wan biçûna. Me ji cîhazê anonsa li hevalên xwe dikir ku heta êvarê karibin ber xwe bidin lewre me biryar girtibû ku êvarê bi çi awayî be me yê xwe bigihîjanda dibistanê. Lê mixabin li hember vê plana me berî êvarê seat di 16.30'an de DAÎŞ dibistanê da ber agir.
' Berxwedana Serzorî nexşerêya şerê Kobanê bû'
Bi giştî di şerê Kobanê de lehengiyên pir mezin hate kirin. Lê berxedana Serzorî bû rûh û nexşerêya şerê Kobanê. Pir hevalên me wê rojê soz dan ku û gotin:''Kobanê dê nekeve û bi rûhê berxwedanê li ser linga bisekine.'' Ên ku vê peyvê bi me da gotin berxwedana destana Serzorî bû lewre li wir berxwedanek pir pîroz hate kirin û heger ev rûhê berxwdana bi nîrx derneketiba pêş dibe ku rewşa Kobanê jî hê cudatir ba. Hevalên me yên Serzorî bi berxwedaniya xwe ev rûh afirandin û şênber kirin. Ji ber vê Serzorî bû kela berxwedanê ya yekemîn. Li vir rûhê Apoyî derket pêş û mirin vala hate derxistin. Hevalên me dikarîbûn bombe jî li xwe girêbidan û xwe biteqandana lê wer nekirin heta dawiyê ber xwe dan.
'Wek biçin Newrozê bi coş bûn'
Di nav 12 hevalan de Ciwan hê 18 salî bû. Hinek 21, hinek 23 salî bûn û hemû jî ciwan bûn. Lê li hember vê wekî ber bi jiyanek nû ve bimeşin, wek biçin dawetekî an biçin Newrozê bi coş bûn. Ji ber ku bo bi coşek bi vî awayî ber xwe dan Serzorî girîng e. Bi giştî di şerê Kobanê de berxwedana Êrîş û Zozan çiqas girîn û sembolî be berxwedana Serzorî jî di heman giringiyê de ye. Ên ku li Serzorî ber xwe dan li hember feraseta paş ve çûyinê û teslîmîyetê rêyek nû afirandin û kesên ku di xeta wan de meşiyan jî rûhê berxwedan Kobanê ava kirin. Rûhê Kobanê ev e. Her ku berxwedana Serzorî li eniyên din de belav bû şervanên din jî ji bo ku layiqî Serzorî bibin, berxwedana xwe bilind kirin. Serzorî ji vî alî de moral û manevîyatek mezin derxist holê. Pir heval digotin: '' Heger em şehîd jî bikevin divê wek hevalên Serzorî heta dawiyê em ê ber xwe bidin û bê şikestin têbikoşin. Lewre hevalên Serzorî bi baweriyek mezin digotin :'' DAÎŞ dê nekeve axa Kobanê û em ê heta dawiye li ber xwe bidin.'' Minak ji cîhazê anons li Heval Rodî dihat kirin wî jî bersiv dida digot: '' bêje rûhê hevala min'' ya rastî ez bawer nakim ku nava tû gelan de çîroka berxwedanek bi vî awayî hebe. Sankî ên ji alî dijmin hatibe dorpêçkirin ne ev heval bûn. Dibistan ne tenê qada şer bû bi sekna wan hevalan di heman demê de bûbû cihekî semîner û platformê. Heval yek bi yek xwerexnedayinê didan, xatir û helaî dixwestin.
' Weneyên wan ez ê bi destê xwe li wî dibistanê bixînim'
Şehadeta ku me li Serzorî şahidiya wê kir pir cûda bû, pênaseya wê pir zehmet e nayê kirin. Lewre tiştek nû ye ez nikarim bînim ziman. Bê guman li cihên cuda di demên cuda de pir hevalên me şehîd ketin û wesiyeta xwe kirin lê şehadet ji bo hevalên me yê Serzorî sankî mirina herî bi nîrx bû, pîrozbahiyek bû. Bi berxwedan û şehadeta xwe tiştek nû afirandin. Yek heval jî daxwaziya alîkariyê nekirin û tû car negotin ku 'Me xilas bikin.' Di her axaftinên xwe de digotin: '' Meraqa me nekin, lewre em ê heta dawiyê ber xwe bidin û hun jî destur nedin pêş ve çuyina dijmin.'' Ji bo vê jî êrîşên dijmin vala derxistin. Berxwedana kul i Serzorî derket pêş ne tenê çalkiyek fedaî bû nêrînek nû derxistin pêş ku mirinê jî vala derxistin. Dema Serzorî were azadkirin ji bo min hestiyariyek pir cûda dê derkeve pêş ku ez nikarin vê bînim ziman. Soza me jî ji wan hevalan re heye ku em ê Serzorî rizgar bikin û ez ê biçim wîr yek bi yek li cihên ku şer kirine bigerim û her weneyên hevalan ez ê bi destê xwe li dibistanê bixînim.
' Em tû carî teslîmîyetê qebûl nakin'
Ez dixwezim ku hemû kes li vir çi qewimîye û hevalên me çawa ber xwe dane bizanibin. Divê em wê kela berxwdanê jî bikin cîhekî cûda wek mûzeya berxwedanê ku kesên werin Serzorî bibînin ku li vir çi qewimîye. Kesên li vir şer kirine kî ne, navê wan, cihên ku jê bûne ku der e û bi kîjan felsefeyê hewqas ber xwe dane were zanîn. Bersivên van pirsan divê em bidin lewre ev li hemberî lehengên me berpirsyariya me ye. Min ji xwe wek kesek ku axaftina dawiyê bi wan re kiriye soz daye ku em ê tû carî teslîmîyetê û bênîrxbûyinê qebûl nekin. Wek şîara wan min got: '' Kobanê axa lehenga ye, tû carî dê nebe cîh û warê terorîstan.'' Ez ev 5 mehên dawî bi soza ku min daye wan jiyana xwe didomînim. Em her tim dibêjin Kobanê heta ku bi lehengî ber xwe bide dê tû carî ji terorîstan re nebe yar, liyaqî çelengên xwe bibe. Kesên ji 7'ê heta 70 salî jî dema werin vî axa pîroz divê vê rastiyê bibînin. Divê berxwedana Serzorî karibe di mêjiyê xwe de zindî bike û wan lehengan bibîr bîneî jji bîr neke.
(ch)