Li Hesekê 24 komîn hatin avakirin
16:38
JINHA
HESEKÊ - Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê 24 komîn hatin avakirin.
Bi armanca rêxistinkirina jinan û xebatan, Yeketiya Star li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê civînek bi amedebûna bi dehan jinan lidarxisitin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre li ser navê rêveberiya Yeketiya Star Enûd Qiro di derbarê giringiya avakirina kominan de nirxandin kir. Enûd derbarê girîngiya avakirina komînê xweser diyar kir ku heta niha 24 komîn li taxa Salihiyê hatin avakirin.
Seroka Komînên taxa Salihiyê Mîdiya Xelef derbarê rola jinê di civakê de axivî û diyar kir ku jin ne tenê ya ku di çeperan de berxwedaniyê dike, jin di nava civakê û saziyan de berxwe dide.
Di dawiyê de komîna taxê hat avakirin û komîteyên wê jî komîteya perwerde, parastin, lihevanîn, aborî û tenduristî hatin avakirin û serokek û alîkar hatin erkdarkirin.
(ee/zt)