Li 3 kantonan rewşa perwerda ziman
09:25
Zêrîn Kurtay-Perwîn Xelîl/JINHA
QAMÎŞLO - Di nava çar salan de gelek xebat ji bo pêşxistina zimanê dayîkê hatin meşandin ji vekirina dibistanên biçuk ta avakirina akadimî û peymangehan.
Bi amedebûna 199 delegeyan ji her 3 kantonên Rojava li bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê 1'emîn Kongra Perwerdeya Civaka Demoqratîk li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Rojava hat li darxistin. Derbarê xebatên zimanê kurdî di nava her 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê de endamên rêveber ên Saziyên Ziman nirxandin kirin. Li ser xebatên ziman û perwerdehiyê yên Kantona Cizîrê Peyman Amed axivî.
'Pêwîstî bi polîtîkayek hevpar ya ziman û perwerdê di nava her 3 kantonan de heye'
Peyman di derbarê giringiya hevkariya romana rêveberiya ziman û perwerdê ya her 3 kantonan de wiha got: ''Armanca lidarxisitina vê kongirê ewe ku em êdî polîtîkeya perwerdê diyar bikin. Beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê Rejîma Baas zimanê kurdî qedexe dikirin, lê piştî şoreşê êdî xebatên ziman destpêkirin. Di destpêkê de hinek zehmetî hebûn di dibistanan de perwerdekirina ciwan, zarok û dayîkan de me astek girt û hezkirina fêrbûyîna ziman di nava civakê de hate afirandin û ruhekî netewbûnê hat avakirin. Di nava kantona Cizîrê de êdî xebatên ziman gihîştin astekî bilind, destpêkê wek Saziya Zimanê Kurdî SZK'ê me kar dikir. SZK'ê têrê nekir niha em wek Tevgera ziman û perwerdê kar dikin. Di vê kongireyê de em dixwazin li kêleka van pêşketinên tên avakirin di qada perwerde û ziman de xwe nû bikin. Ji bo vê yekê polîtîkeyek hevgirtî di navbera 3 kantonan de pêwîst dike. Ji bo vê yekê niha ji her 3 kantonan em li vir kom bûne ji bo ku em sûde ji van tecrûbeyên xwe werbigrin û em ji gelê xwe re bibin bersiv.''
'Şoreş ziman bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re şînbû'
Endama Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Cîhan Hesen jî wiha axivî: ''Di destpêkê de beriya şoreşê perwerdeya ziman di malan de bi awayekî dizî dihat dayîn, gav bi gav ev perwerde bi pêşket heta me waneyên zimanê kurdî derbasî dibistanan kir. Tevî ku sîstema Baas hebû, lê wê demê me dixwast herî kêm tîpên kurdî bi zarokan bidin hezkirin. Bi Pêşkeftina şoreşa 19'ê Tîrmehê zimanê kurdî jî pêşketinên mezin jiyan kirin. Saziya ziman di nava Kantona Kobanê de roleke gelekî mezin hebû. Bi hezaran mamosteyên ziman hatin avakirin û piraniya wan mamosteyan derbasî hemû gundan jî bûn. Piştî ku perwerdeya ziman di saziy ziman de asteke xwe girt, li Kobanê akadimiya Şehîd Viyan Amara hat vekirin û di vê peymangehê de 4 dewreyên perwerdê hatin dayîn. Piştî ku dewre bi dawî bûn mamoste hemû li dibistanan hatin belavkirin. Piştî vê yekê hazirtiyên vekirina peymangehekê hat kirin lê ji ber êrîşên çeteyan vekirina peymangehê hat rawestandin.''
'Tevî êşa gel jî lê xebatên ziman nehat sekinandin'
Piştî êrîşên çeteyan bi ser kantonê de kar çawa hat meşandin Cîhan wiha ev mijar rave kir: ''Tevahî gelê me koçber bû û piraniya wan li kampên Pirsûsê bi cih bûn. Mamosteyên ziman biryar dan ku berê xwe bidin kampan û perwerdeya ziman li wir di nava zarokan de destpêkirin. Me xwast zarokan ji wê rewşa deruni a xerab derbixin ji bo wê perwerde hatin destpêkirin. Piraniya mamosteyên ku di nava kampê de xebatên ziman didan meşandin mamosteyên jin bûn. Tevî ku bi zorê jî dihatin lê dîsa jî dev ji xebata xwe bernedan û waneyên kurdî didan zarokan. Li navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 60 mamosteyên ziman wane didan û li her devereke ku gelê Kobanê lê jiyan dikirin wek Edena, Amedê û Semsûrê wane dihatin dayîn.''
'Bi perwerdeyê em jiyaneke azad avadikin'
Cîhan destnîşan kir ku piştî ku bajarê Kobanê hat rizgarkirin êdî xebatên ziman li kantonê hatin meşandin û dibistan li pey dibistanê hatin vekirin: ''Piştî ku bajarê kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin hijmareke mamoste derbasî kantonê bûn. Dibistana ku beriya niha astengî ji bo me û li beramberî pêşketina zimanê kurdî astengî çêdikirin dibistana bi navê Baas bû û me yekemîn dibistan ew vekir û me nav wê guhart û kir dibistana şehîd Osman, her ku hijmara hijmara gel û mamosteyan jî zêde bûn û dibistanên nû hatin vekirin û ekedimiya Viyan Amara hat vekirin û du peymangehên amedekirina mamosteyan hatin vekirin û heta niha 310 xwandekaran heta niha navê xwe qeyd kirine. Hêviya me ji hemû mamoste û delegeyên ku di vê kongiryê de amedebûne bi bersiveke baş û nêrîneke baş û bi yek hêz em perwerdekirina zimanê kurdî erkê xwe bibînin û zimanê xwe hîn bi pêş bixînin, ji bo ku em perwerdeyeke azad, wekhev û perwerdeyeke ku li ser ruhê civaka demoqratîk ku em behs dikine were meşandin.''
'Piraniya mamostayan jinin'
Mamosta Dijle Efrîn jî wiha li ser xebatên ziman û perwerdê yên Kantona Efrînê axivî: ''Bi destpêkirina şoreşê re li gel artêşa leşkerî artêşeke zihnî ew jî artêşa mamosteyên zimanê kurdî bû. Bi dayîna perwerdê hijmara mamosteyan zêde bû. Li tevahî gund û navçeyan mamosteyên ziman hatin belavkirin. Piştre me dît pêwîstiya mamosteyên me bi perwerdê heye. Me akadimiya Şehîd Ferzad Kemanger di sala 2013'an de vekir. Piştre di heman salê de peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Wêje û Zimanê Kurdî hat vekirin. Derdora 400 xwandekar tevlî perwerda peymangehê bûn. Em dikarin bibêjin ku di nava kantona Efrînê de hijmara zêde ya mamosteyên jinin. Di nava kantona Efrîn de bi gîştî hijmara mamostayan 1301 in, ji wan zêdetirî 1100 mamosteyên jinin. Li kêleka Akadimiya Şehîd Ferzad Kemanger Akadimiya Şehîd Arîn Mîrkan jî hat vekirin. Di akadimiyê de dewreyên xweser jî hatin dîtin.''
Derbarê derbarê waneyên di dibistanan de tên dayîn jî Dijla wiha berdewam kir: ''Di sala 2014- 2015'an de me xwast bi awayek fermî derbasî dibistanan bibin û ji bo vê yekê xebateke pir bi rêk û pêk hat meşandin û zimanê kurdî kirin zimanê fermî di hemû dibistanan de.''
Di dawiyê de Dijla derbarê kongireyê de wiha dom kir: ''Îro em her 3 kanton li vir kongireya xwe ya yekemîn lidardixine ji bo ku sîstema me ya perwerdê di hersê kantonan de bibe yek û hêviya me ew ku em di vê kongireyê de biryarên giring bistînin û xebata xwe bi aweyekî rast û xurtir bi pêş bixînin.''
(zk-px)