Jinên Kobanê serketina Girê Spî pîroz kirin

09:32

Newroz Dijwar/JINHA

SILÊYMANÎ - Jinên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên ser Kantona Kobanê koçî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê kirine serketina şervanên YPG û YPJ'ê ya Girê Spî pîroz kirin.

Jinên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên ser Kantona Kobanê koçî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê kirine serketina şervanên YPG û YPJ'ê ya Girê Spî pîroz kirin. Jinan xwestin demek ji ya dinê zutir vegerin Kobanê û gotin: "Em sipasiya ciwanên xwe dikin ku welatek wiha dane me. Em hêvîdarin ku di demek herî kin de derîv vebe û em vegerin ser axa xwe."

'Ji dema ku me agahî bihistî heya niha em nikarin di mal de bisekinin'

Feryal Abdi jî da zanîn ku ji ber bûyîna yek ya kantona Cizîrê û Kobanê ew gelek şanaze û ew dixwazin vegerin ser axa xwe. Feryal şanaziya xwe wiha anî ziman: "Ji ber bûyîna yek ya kantona Cizîr û Kobanê ez gelek bi hêvîme. Ji bo wê me gelek bedelên giran da. Em bi saya şehîdên xwe li ser linganin. Ji dema ku me agahî girtî heya niha em nikarin di mal de bisekinin. YPJ û YPG'ê ji bo kurdan gelek tişt kirin. Bi saya berxwedana wan hemû cîhanê kurdan nas kirin. Ez hemû hêzên YPJ, YPG'ê û dayîkên şehîdan silav dikim. Ji ber ku welatek wiha diyarî me kirine, em bê dawî sipasiya şervanên xwe dikin. Em dixwazin demek beriya demekê derî vebe û em biçin warê xwe bibînin. Min hêvî nedikir carekê Koban û Cizîrê bigihin hev. Ez dixwazim demek beriya demekê vegerim Kobanê."

'Bi saya YPJ û YPG'ê serê me bilinde'

Ji jinên Kobanê Makbule Mihemed, Sadiye Seyfo, Sefa Mihemed Ali jî serketina Girê Spî pîroz kirin û dan zanîn ku ew dixwazin veberin warê xwe û wiha gotin: "Kobanê û Cizîrê gihan hev. Em êdî dixwazin vegerin warê xwe. Bi saya YPJ û YPG'ê serê me bilinde. Ji duh heya niha em nikarin li cihê xwe bisekinin. Em gelek şanazin. Em dixwazin vegerin cihên xwe. Em sipasiya hêzên YPJ û YPG'ê dikin."

'Serketina Girê Spî serketina biratiya kurd û erebane'

Sena Ahmed ya ji Helebê jî serketina Girê Spî pîroz kir û wiha berdewam kir: "Ez ji gelê erebim ev 10 salin di nava kurdan de dijîm. Hevserê min jî kurde. Ji bo min ti ferq di nava kurd û ereban de nîne. Ez hêzên YPG û Volkan El Firat pîroz dikim. Ez hêvîdarim ku ev serkeftin bibe wesîla hemû deverên dinê ji destê DAÎŞ'ê derxistinê. Em êdî dixwazin vegerin warê xwe û li ser axa xwe bijîn."

(zt)