Jinên DEM GENÇ'ê berbi federasyonê ve diçe
10:25
Sarya Gozûoglu /JINHA
AMED - Rêvebira xebatên jin yên xweser a DEM- GENÇ'ê Muazzez Mogul da zanîn, her ku diçe ew xwe dighînin girseyên mezin û wiha got: "Di rojên pêşde emê berbi avakirina ferderasyonê ve biçin."
Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ji bo têkoşînê hewildide hemû ciwanan di bin sîwanekê de li hev bicivîne û jinên ciwan di bunya DEM-GENÇ'ê de bi awayek aktîf tevlî dibin û ji bo jiyanek azad têkoşîna xwe didomînin. Muazzez Mogul behsa xebatên xweser ya jinên ku di bunya DEM-GENÇ'ê dixebitin kir. Muazzez balkişand ser xebatê jinên ciwan ya di hilbijartinê de û wiha got: "Di pêvajoya hilbijartinê de li hember hemû êrîş û provokasyon me xebatek aşîtiyane da meşandin. Heyan ku ji me hat me xwe dighand hemû jinan pirsgirêkê wan guhdar dikir û riya çareseriyê em digeriyan."
'Emê di rêgeza yekîtiya jin de bi rêxistin bibin'
Muazzez da zanîn ku hem di warê rêxistinbûnê de hem jî di warê dîrokê de zanistiyek pêşketiye û wiha domkir: "Ji bo ku em vê hêzê di nava DEM-GENÇ'ê de bidin rûnişkandin em pilansaziyan derdixin." Muazzez diyar kir ku xebatên jinên ciwan ên xweser wê ji DEM-GENÇ'ê cudatir bê meşandin û wê wek federasyon an jî bi rêgezek ya yekîne yê xwe avabikin.
'Emê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bidin'
Muazzez da destnîşankir ku jinên ciwan yên ku di bunya DEM-GENÇ'ê de dixebitin ew bi berpirsyariya pêşengtiyê tevdigerin û wiha pêde çû: "Armanca me di nava DEM-GENÇ'ê de ji bo jinên ciwan qadên xweser û azad avakirine. Ji vir û pêve em wek jinên ciwan heyan ku em yekîti yan jî federasyona xwe avabikin emê li hemû qadan ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bidin." Muazzez destnîşan kir ku pêwîste her jinek ciwan li qadên aborî, çandî, civakî û ziman bike qadê azad û wiha got: "Li ser vê bingehê emê kooperatîfên xwe ya xweser û qadên çandî yên azad de xebatên avakirinê bidomînin. Li aliyê din emê biherikin qadan. Emê xwe bighînin hemû jinên ciwan. Dema ku me federasyon û yekîtî avakir wê demê pêdivî bi tiştek nemîne. Di çerçoveyek jiyana azad de emê bi aweyek aktîf dînamizma xwe avabikin." Muazzez dawîda wiha got: "Armanca me xwe gihandina hêzek mezin a jinên ciwane. Ji ber vê yekê em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku bi aweyek aktîf tevlî têkoşînê bibe."
(rc)