Bangawaziya jina Êzidî ya ji destê DAİŞ'ê rizgar bû : Jinên dilgirtî rizgar bikin
10:56
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Jina Êzidî A.S ya 35 salî ji destê DAÎŞ'ê xwe xilas kir û nêzî mehekî ye li çiyayên Şengalê berxwedana jiyanê dide. A.S da zanîn k udi destê DAÎŞ'ê de bi hezaran jinên dilgirtî hene û got: '' Dengê jinan bibihîsin û wan rizgar bikin. ''
Li Şengalê di êrîşa DAÎŞ'ê ya 3 Tebax 2014'an bi hezaran jinên ku dil hatibûn girtin hê li bazaran tên firotin. A.S di êrîşên çeteyên DAÎŞ' ê ya gundê Koço ya girêdayî Şengalê ye bi 3 zarokên xwe ve dil hatibû girtin nêzî mehekî ye azad e. A.S ya mehek berê xwe ji destê DAÎŞ'ê xilas kiribû niha li çiyayên Şengalê bi malbata xwe ve hewldana derbaskirina travmaya ku jiyandibû dike. A.S rojên xwe yên esaretê ji JINHA'yê re vegot.
' Berê hemû gund dil girtin'
Çeteyên DAÎŞ'ê dema ser gund de girtin bang kirin û dan zanîn ku heger gundî ala sipî bilind bikin dê wan nekûjin. A.S wiha axivî: '' ji keya gund re gotibûn ji malê dernekevin em ê dema asir werin qehweyek we vexwin.'' Piştre kesekî bi navê Ebû Hemze hat û bi key re axivî û got: '' Biçin ser karê xwe em ê tiştek bi we nekin. Li gundê xwe rehet tevbigerin. Di nava çend rojan de em ê biçin Şengalê, hun ji gundê xwe dernekevin piştre hun jî dikarin biçin Şengalê.'' A.S diyar kir ku di nava çend rojên din cardin hatine û gotine: '' Heta roja Duşemiyê em ê cardin werin û heta wê rojê divê hun bibin misilman.'' A.S anî ziman ku roja dûşemiyê keya gund bi wan re axivîye û gotiye: '' Der û dora me tevahî misilman in û heta niha tû zirara me negihiştiye tû kesî. Hun li gor dînê xwe em jî li gor dinê xwe bijîn. '' Li ser vê gotinê A.S da zanîn ku çete gotine 'heta sibê em ê bersiv bidin we' û çûne. A.S diyar kir ku piştî rojekî çete hatine û gotine ' Me Êzidiyan efû kirine hun dikarin li ser dînên xwe bimînin.'' Li ser vê gotinê A.S anî ziman ku hemû gundî pir kêfxweş bûne û keya gund gotiye: '' Hun dikarin hemû mal û mûlkê me bigrin tenê destur bidin ku em xwe bigihîjinin Êzidiyan. Lewre em tenê li vir mane.'' Çete aniye ziman ku di nava 3 rojan de dê agahî bidin wan lê piştî 3 rojan jî nehatine û agahî şandine ku berpirsyarên wan çûye Musulê û piştî vegera wî dê ji bo çuyina Şengalê destûr were dayin.
' Pêşiyê zarokên xort û keçan girtin'
A.S diyar kir ku dema li ser firavînê bûn çete ji nişka ve hatine û der û dora gund girtine. A.S roja êrîş hatiye kirin vegot û axaftina xwe wiha domand: '' Peşîyê fermandarek wan hat. Pir qelebalix bûn. Li ber her deriyê kesek û li serê xaniyan jî 2-3 kes disekinîn. Piştre çend maşîne, dokça û du tir anîn. Nasnameyên me hemûyan top kirin û gundiyan li dibistanê kom kirin.'' A.S da xuya kirin ku çete li erda dibistanê betanî raxistiye û xwestiye ku hemû kes pere, zêr,telefon… tiştên li ser wan hene deynin ser betaniyê û gef li wan xwarine ku heger di lêgerînê de ji ser kesî tiştek derbikeve dê destên wan were jêkirin. A.S da zanîn ku tenê dawxaza wan gihîştina gelên xwe bûn, li ber pere û zêran nediketinû got:'' Dibistan li ser du qata bû. Pêşiyê jinan derxistine qata dudiyan. Jinên ciwan, ên extiyar û mêran ji hev qetandin. Mêran li maşîneyan kirin û birin, heta niha jî li wan çi kirine em nizanin. Piştre jî jin û zarokan li maşîneyan kirin û anîn Şengalê.'' A.S anî ziman ku pêşî tevlîheviyek hebûye û fêm nedikirin ku çete dixwazin li wan çi bikin û axaftina xwe wiha domand: '' Em heta êvarê li çiyayê Şengalê man. Dema seat bu 20.00, zarokên keç û xortên 13,14, û 15 salî danîn cihekî . Jinên ciwan birin Musulê, xortan jî birin Til Aferê. Jinên wek me bi zarok û jinên extiyar jî li wir hîştin. Em şevekî li wîr man, roja din jinên extiyar jî birin û li wan jî çi kirin em hê nizanin. Seat dema bû 10.00, kesên mayî jî birin Til Aferê û li dibistanek danîn.
' Di destên wan de jinên Yahûdî jî hene '
A.S da zanîn ku di dibistanê de 20 roj mane û wiha berdewam kir: '' Şert û mercên wir pir xirab bû. Zarok li ber mirinê bûn. Her tim ji bo me ji wir derxînin dihatin lê me digot ' heta em ji rewşa hevalên xwe yên din agahdar nebin em dernakevin.' Li ser vê bi copan hatin li me dan û me ji wir derxistin birin gundê Kesipmîhrap û Qizilqiro ya girêdayî Til Aferê ye.'' A.S da xuya kirin ku li vir 4-5 malbatan xistinê malekî û 3 mehan li vir mane. A.S wiha axivî: '' Piştre me birin mezrayek Rakkayê û ji me re gotin ' me we firotine Sûrî.' Ji vir jî me belavî bajarên Hûmûs, Şeddadî û Hol kirin.'' A.S bal kişand ku li Sûrî bajarên ku jinên Êzidî lê nehatibin firotin nemane û destnîşan kir ku bi kişandina qureyan jin dihatin firotin. A.S wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Li Rakkayê em bi 400-500 komên jinan ve hatin bir rê kirin. Jinan wek cariye digirtin û her yek xwedî 3-4 cariye bûn. Li herêma Şeddadê ya cara dawiyê ez dil hatibûm girtin nêzî 40 jinên Yahûdî jî hebûn. Ji gundekî Sûrî wan anîbûn.''
' Bi şerta ji ber kirina Kuranê xilas bûm'
A.S diyar kir ku wê firotine navenda çêkirina doçkayan a 44 kes tê de bûne û piştî demekê ev der hatiye bombekirin û kesê ku wê girtiye jî miriye. A.S wiha berdewam kir: ''Pişti ew mir pismamê wî min girt. Ew jî bi jinek Kurmanc ya ji Hesekê bû zewicandîbû. Ji min re digot 'bi şerta ji ber kirina Kuranê ez ê te azad bikim. Heger tû bi gotina min neke ez ê te bifroşim.' Min jî Kuranê xwend, ji ber kir, salavat kişand piştre min berda.'' A.S da zanin ku azad bûyina ji deste çeteyan nedihat wê wateyê ku bi her awayî azadiya xwe bi dest dixînin, tenê dikarin derkevin sukê û êdî nabin malê çeteyan
' Kurê min bi zorê dibirin şer '
A.S diyar kir ku dema di deste çeteyan de bû du zarokên wê jî li ba wê bû lê kurekî wê di deste DAİŞ'ê de mabû û got: '' Mêjiyê kurê min dişûştin. Kurê min carna dihat ba min û digot ' Min dibin eniyên şer, navê min kirine Ebû Casim.' Piştî ez li sukê digeriyam, li cafeyek înternetê min xwe gihîştand malbata xwe ya li Duhokê dimînin. Malbata mi maşîneyek eyar kir û hat cihê ez lê dimînim. Ji ber ku ez bi çerşef bûm, bala tû kesî nekişand û ez û du zarokên xwe me xwe xilas kir lê kurekî min hê di deste wan de ye. '' A.S anî ziman ku cara dawiyê ji herema Şeddadê reviyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' li vir bi zorê dersen olî didan zarokan. Kurê min ê mezin jî biribûn. Ew dema dihat serlêdana min digot ' her tim derse olî didin me û me dibin eniyên şer.'niha jî wî birine herêma Til Ebyadê û bi darê zorê wî dixin nava şer.''
' Ji PKK'ê ditirsin '
A.S bal kişand ku çeteyên DAİŞ'ê ji heremên ku di deste PKK'ê de ne ditirsin û wiha berdewm kir: ''Bi taybeti jî ji hevalên jin pir ditirsiyan û digotin ' Ew ji mêran bi hêztir in û kanasê pir baş bi kar tînin.' DAİŞ, berê dema digotin em ê têkevin cihekî diketin û bi dest dixistin lê ev pêvajoya dawiyê de pir lawaz bûn û paş ve çûn. Niha tene bombe di xwe de diteqînin. Dema fêmbikin ku heremek dike ji deste wan derbikeve çend kes bi bombeyan xwe diteqînin û bi vî awayî dixwazin pêş ve biçin. Çend roj berê gotin ' Em ê biçin Hesekê' lê du rojan tû kes xuya nedikir. Herêma Şeddadê vala kiribûn û bi giştî çûbûn Hesekê. Piştre hatin û gotin ' li wir PKK hebû, em bi ser neketin' li alî Cebel Xilaf û Hesekê bi hejmarek zêde çete hatibû kuştin.''
' Dengê jinan bibihîsin '
A.S di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku di deste çeteyan de gelek jinên Êzidî yên dil girtî hene û wiha got: '' Gelek jinên Êzidî xwendin û nivisandinê nizanin. Ji ber ku Erebî jî nizanin nikarin xwe xilas bikin. Bi malbatên xwe re jî nikarin têkilî deynin lewre numareyên telefonan nizanin. Bangawaziya min ew e ku dengê van jinan bibihîsin û wan ji vê rewşê rizgar bikin.''
(ch)