Koma Elman Andrea Wolf ser mezarê wê ziyaret kirin

11:17

JINHA

WAN - Komeke welatiyên ji Elmanyayê hat Wanê Gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) bi bîr anî.

Komeke welatiyên Elman ên ku di nav de hevalên Gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) jî hebûn ji Elmanyayê hat navçeya Şaxê ya Wanê û Şehîdgeha Ronahî ya ku navê Andrea Wolf lê hatî kirin ziyaret kir û Wolf (Ronahî) li ser gora wê bi bîr anîn. Hevalê Andrea Wolf (Ronahî) Thomas Sprînger diyar kir ku 20 sal berê ew û Andrea Wolf (Ronahî) bi heman armancê hatin cem hev û bi qetillkirina Andrea (Ronahî) şaş ma û wiha axivî: "Piştî ku Andrea jiyana xwe ji dest da me di der heqê jiyana wê de fîlm nîşan dan û têkoşîna dabû meşandin vegot. Şerê Rojava li me tesîr kir. Ji bo piştevaniya gelê kurd em hatin Wanê."

Piştre Marîa Muck jî axivî û wiha got: "Li ser hin kêliyan goran nav tune bûn. Ev înfaz û qetil rastiya Kurdistanê nîşan dide. Divê ji bo kesên wek Andrea komîsyonek bê avakirin. Divê kujer bên darizandin ku edalet pêk bê."

(zt)