Nasnama gerilaya jin ya li Sêrtê jiyana xwe ji dest dayî diyar bû
12:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di kemîna artêşa tirk a li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê de ji ber pevçûna rû da gerîlaya bi navê Maxzûme Muhammedzade (Sarya Onur) jiyana xwe ji dest da.
Daxuyaniya HPG’ê wihaye: “Ji aliyê tevgera me ya giştî ve ku hesasiyetên pêvajoyê li ber çavan tê girtin û tevî ku HPG di vê mijarê de pir bi baldarî nêz dibe jî bi pêvajoya bihara 2015’an re xebatên provokatîf û tehrîkê yên artêşa tirk didomin. 3 roj berê di navbera qereqola Tîrya û Xargûl a girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê de artêşa tirk operasyonek li dar xist, li hember hêzên me yên gerîla yên di nav tevgerê de kemîn danin û li vir piştî pevçûneke demkurt hêzên me bi baldarî nêz bûne û bi awayekî bi qedeme ji herêmê vekişiyane. Di vê pevçûnê de gerîlayeke me gihiştiye şehadetê. HPG’ê têkildarî gerîlaya jiyana xwe ji dest da ev agahî da: "Hevrêya me Sarya Onur a li Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 2011’an tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Piştî demeke pratîkê û perwerdeyan derbasî herêma me ya Botanê bûye.
Hevrê Sarya weke bi hezaran ciwanên me yên Rojhilatî bi hesreta gerîla, azadî û edalet di nav refên PKK’ê de dît. Hevrê Sarya; bi kesên jiyaneke bi rûmet bi berxwedaneke qehremanî her roj bi îradeyeke mezin re diafirînin re di nav têkoşînê de cih girt. Di nav hêza jin YJA STAR a li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevgera azadiyê ya herî mezin e têkoşîn meşand û tevlî karwanê şehîdan bû.”
Nasnameya gerîlaya YJA STAR a jiyana xwe ji dest da wiha ye: "Maxzûme Muhammedzade ya bi nasnav Sarya Onur li Selmas a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 14’ê Hezîrana 2015’an li Sêrtê jiyana xwe ji dest da."
(zt)