Bi civînekê tekoşerên azadiyê hatin bibîranîn
13:14
JINHA
TIL TEMIR- Ji bo bîranîna Şehîd Sema û Zilan û Gulan Yeketiya Star li bajarê Til Temir civînek orgenîze kir.
Bi amedebûna bi dehan jinan li hola saziya malbatê şehîdan a bajarê Til Temirê Yeketiya Star civînek lidarxist. Civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, bi amedebûna Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Til Temir Asûr Îshaq hat lidarxisitin. Piştî deqeyeke rêzgiritinê, li ser nave Yeketiya Star Endama Rêveberiya Yeketiya Star Cena Yûsiv axivî û hersê cangoriyên azadiyê bibîr anîn.
Di berdewamiya civînê de endama Kordînesyona Yeketiya Star Leyla Reşîd axivî û tekoşer bibîr anîn û serkeftinên YPG ûYPJ'ê li Girê Sipî anîn ziman û ev serkeftin li tevahî gel pîroz kirin. Di berdewamiya civînê de sînevîzyonek derbarê jiyana şehîd Zîlan de hat weşandin.
Di dawiya civînê de komên hûnerî yên jin ên Navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Til Temir, Serêkaniyê û Dirbêsiyê stranên şoreşgerî pêşkêşkirin û gel govend gerandin. Di dema şahiyê de Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Til Temir Asûr Îshaq bi gotinên xwe hersê tekoşerên azadiyê bibîranîn û wiha got: ''Ên ku azadiyê dixwaze, bedelên wê jî dide û tekoşer Zîlan, Gulan û Sema jî bûn ronî û riya tevahî jinên cîhanê ronî kirin.''
Di dawiyê de gel govenda azadiyê li ber stranên şoreşgerî gerandin.
(sş/rc)