Rizgarkirina Girê Spî kêfxweşiyeke mezin bû
13:43
JINHA
TIL TEMIR- Endamên Saziyê Civaka Sivîl li bajarê Til Temir kêfxweşiya xwe bi serkeftinênYPG û YPJ'ê anîn ziman.
Bi rast hatina rizgarkirina Girê Spî û herêmên derdora wê û vekirina riya di navbera kantona Cizîrê û Kobanê de, Endamên Saziyên Civaka Sivîl kêfxweşiya xwe bi serkeftinênYPG û YPJ'ê anîn ziman. EndamaYekîtiya Star Nehrîn Seydo wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: ''Em serkeftinênYPG û YPJ'ê silav dikin. Hêzên YPG û YPJ'ê Girê Spî ji çeteyên hov rizgarkirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê têk çû mirî û cebilxaneya xwe li şûna xwe hêşt û berê xwe da Tirkiyê. Yekîneyên Parastina Gel di 6'ê gulanê de hemleya bi navê Şehîd Rûbar Qamişlo li bejahiya kantona Cizîrê bi armanca rizgarkirina wê herêma ji çeteyên DAIŞ'ê dabû despêkirin. Di encamê têkoşîna berfireh de gelê herêmê û Girê Spî ji çeteyan hat paqij kirin."
Nehrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Di vê hemlê de gund û herêmên ku çeteyên dagirker wek bargehê bi kartanîn wek Girê Spî û Çiyayê Kezwanê hatin rizgar kirin. Serkeftina vê hemlê û rizgarkirina Girê Spî em li tevahî gelê kurd û Rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan pîrozdikin.''
Endama Rêxistina Jin a PYD'ê li bajarê Til Temir Wefa Seydo serkeftina hemlê pîroz kir û wiha got: ''Em serkeftinênYPG û YPJ'ê em pîroz dikin. Me bi vîn û hêza gelê azad ya ku sînor nasnake têkoşîn da, ev gel vê dagirkeriyê tu car ne pejrand ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe têkoşîn da."
Wefa wiha dawî li gotina xwe anî: ''Ne ji YPG ûYPJ'ê bûya wê îro tevahî gelê herêmê di nava xeteriyê de jiyan bikirana. Em serkeftina YPG û YPJ'ê a ku bi rihê fedaîtî pêkhatî pîroz dikin. Cara yekemîn Kurd, Ereb Aşûr û Sûryan dest didin destê hev û di çeperên berxwedanê de li hember çeteyên hov têdikoşîn ev yek gelek pîroze û em silav dikin."
Endama rêveber a Yeketiya Star li bajarê Til Temir Ozgûr Kobanê li serserkeftinên YPG û YPJ'ê axivî û wiha nêrînên xwe anîn ziman: ''Hîna berî sê salan çeteyên DAIŞ'ê êrîş anîn ser Kantona Cizîrê û xwestin vîna gel bişkîne û van herêman dagir bike. Lê di encam de dît ku hêza wan têra vê yekê nake û hêza gel ew têk birin."
(sş/rc)