GOÇ-DER: Divê ji bo welatiyên Suriye û Rojava sînor bê vekirin

14:49

JINHA

AMED - Hevseroka GOÇ-DER a Amedê bi boneya di nava 14 û 21'ê Hezîranê hefteya koçberiyê ji bo ku deriyê sînor ji bo koçberên ji Suriye û Rojava tên bê vekirin û li gorî hevpeyîmana navnetewî nêzî wan bibin bang kir.

Komeleya Çand û Civakî a Piştgiriya Koçberên (GOÇ-DER) Amedê di çarçoveya "Hefteya Koçberan" de li avahiya komaleyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên komeleyê tevlî civînê bûn. Hevseroka GOÇ-DER'ê ya Fatma Esmer daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî Serhiladana Şêx Saîd Plana Şark Islahatê xistin dewreyê û ev plan di 90'an de jî berdewam kir. Fatma anî ziman ku di salên 90'an de bi hezaran gund li Kurdistanê hatin valakirin û bi mîlyonan kes bi zorê hatin koçberkirin. Fatma da zanîn ku bi vê yêkê îşkence, muameleyên xirab pêk hatin û sûcê mirovahiyê hatin kirin. Fatma bang li hikûmetê kir ku astengiyên pêşiya vegera gundan bên rakirin.

Fatma wiha bang li hikûmeta ku dê nû bê avakirin kir: "Divê ji mudaxîlkirina şerê navxweyî yê Suriyeyê dest bê berdan. Divê Tirkiye mafên penaberên Suriye û Rojava yên li Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî bi cih bîne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi demildest pêvajoya muzakereyan bide destpêkirin. Ji bo binpêkirinên mafên jiyanê derbixin holê Komîsyona Lêkolîna Heqîqatan bê avakirin. Ji bo cînayetên kiryar nediyar bên ronîkirin bi hêz lêpirsîn bê kirin. Divê astengiyên pêşiya vegera gundan bên rakirin. Divê demildest dest ji HES û bendavên vegera welatiyan asteng dikin bên rawestandin."

(zt)