Fermandariya YPJ: Yên nûçeyên derew çêdikin dê negihin armanca xwe
15:03
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî rizgarkirina bajarokê Girê Spî ji destê çeteyê DAIŞ’ê hinek çapemeniyên ku ji vê serkeftinê aciz bûn dest bi porpaganada li dijî hêzên YPG û YPJ’ê kir. Fermandar YPJ’ê di serî de nûçeyên bi vî rengî yên li ser navê YPG û YPJ'ê derew derxist û wiha got: “Li Girê Spî îradeya DAIŞ’ê şikest. Ev ji bo me û hêzên Koalisyonê serkeftinek mezin bû.”
Piştî rizgarkirina bajarokê Girê Spî ji destê çeteyê DAIŞ’ê hinek çapemeniyên ku ji vê serkeftinê aciz bûn dest bi porpaganada li dijî hêzên YPG û YPJ’ê kir. Di astekî ku hinek ragihandinan nûçeyên wek ku YPG’ê li Til Ebyad dest bi qetliam û kuştina xelkê medenî yên Ereb û Tirkmen kirine. Paşê jî ji ber van kiryaran lêborîna xwe ji gel xwestine. Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdulah piştî ku bi taybet di hinek çapemeniyan de li ser navê wan nûçeyên nerast di vê mijarê de derketibû, weke ku lêborîn ji hemwelatiyên Girê Spî xwestiye. Fermandar YPJ’ê di serî de nûçeyên bi vî rengî yên li ser navê YPG û YPJ'ê derew derxist û wiha got: “Li Girê Spî îradeya DAIŞ’ê şikest. Ev ji bo me û hêzên Koalisyonê serkeftinek mezin bû.”
Nesrîn bal kişande ser vê yekê ku operasyon li ser daxwaza gelê herêmê bi taybet pêkhateyên Ereb û Tirkmen çêbû û wiha domand: “Encama ku me dixwest bi dest xist. Ev operasyon bi serkeftî bidawî bû. Li hember vê yekê hinek hêz ji vê rewşê nerazî û aciz in. Ji bo wê jî dest bi propagandaya li dijî me dikin. Di hinek çapemeniyan de hinek nûçeyên nerast li ser navê me hatin weşandin. Nûçeyên ku îdia dikin me ji ber kiryarên xwe yên li hember gelê wir lêborîna xwe ji wan xwstiye. Ev ne raste. Me lêborîn ji kesî nexwestiye û me kiryarek ku em lêborîna xwe bixwazin nekiriye.”
‘Tiliya hemwelatiyekî jî xwîn nebûye’
Nesrîn destnîşan kir ku di operasyona wan de ti zirar negihştiye gel û tiliya welatiyekî jî xwîn nebûye û got: “Bi van nûçeyan dixwazin biratiya di navbera gelê herêmê de jinav bibin. Herwiha êrîşeke li ser destkeftiyên me. Em wek YPG û YPJ belavkirina nûçeyên bi vî rengî şermezar dikin. Propagandayên bi armanca reşkirina me encam nagire û em ê ji tekoşîna xwe gav paşde neavêjin.”
(zt)