Bi pêşengiya KJA yê jin li hember tecrîtê meşiyan

08:17

JINHA

ŞIRNEX - Li Slopiyayê KJA li hember tecrita ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Berdevka meclisa Jinan ya Slopiya Çimen Fidan diyar kir ku Abdullah Ocalan di derbarê aşitiyê de xwedî projeyên giringe û pêwiste ji bo aşitiyê hevdîtin dewam bikin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û bi daxwaza ku heyeta pêvajoya aştî û çaraseriyê biçe Îmaraliyê bi pêşengtiya KJA’ê meşek hat lidarxist. Endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, Hevserokên HDP û DBP’ê, Hevseroka Şaradariya Tilqebînê Raabîa Takas jî di navê de bi hezaran ciwan û jin tevlî meşê bûn. Meş ji ber avahiya HDP’ê despêkir û li navenda bajêr gerîyan. Di meşê de pankarta ”Serokatiya me nexşe rêya me ye dawî li tecrîdê bînin” hat vekirin û bê navber durêşmên "Cihana bê Ocalan emê bi serê we de hilweşînin”, “Bê Serok jiyan na be” û “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Meş li ber derê avahiya HDP’ê bi dawî bû û Çîmen Fidan daxuyanî xwend. Çimen diyar kir ku ev 40 sale gelê Kurd bi berxwedana xwe hemû hewildanên tunekirinê vala derxistiye û wiha axiv: "Siyaseta tûnekirinê ji aliyê dewletê ve hatiye ceribandin lê bi ser neketi ye. Pêwiste ji bo çaraseriyê ne rêbazên tecrîdê rêbazên çaraseriyê bên ceribandin û masaya mûzakaran ji nûve were avakirin.”

‘Ocalan xwedî pirojeyên aşitşyê ye’

Çîmen bi bîr xist ku manîfestoya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Newroza 2013’an de pêvajoya demokrasiyê despêkiriye û wiha dewam kir: "Bangawaziya birêz Ocalan ji aliyê gelê Tirkiyê ve bi kêfxeşî hat pêşwazî kirin lê AKP’ê her tim siyaseta xwe ya xapînok dewa kir. Herî dawî serkkomar got mase li holê tinê ye ev rewşa neçareseriyê derdixe holê.” Çimen balê kişan ser astenkirina hevditina Abdullah Ocalan ya li gel parêzeran, Heyeta Îmraliyê û wiha got: "Ev binpê kirina mafê mirovan e. Ev ji du mehan zêdetire destur nadin ku heyet bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.”

Çîmen desnîşan kir ku serkeftina YPG û YPJ’ê nîşan dide gelê Kurd di Rojhilata Navîn de bûye hêza aşitîya gelan. Çîmen got ku Abulah Ocalan xwedî projeyên aşitiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwiste hûkumet vê pêvajoyê cîdî bigre û demildest dest bi hevdîtina bike. Em bang li hemû hêzin demokratîk dikin bila li hembêr vê tecrîdê bibin xwedî helwest."

(ma/zt)