Sema Yuce li ser gora xwe hat bîranîn

08:18

JINHA

AGIRÎ - Li Agiriyê gerîlaya PKK'ê Sema Yuce ku piştî çalakiyê jiyana xwe ji dest dabû, bi minasebeta salvegera şehadeta wê bi bernameyan hat bibîranîn.

Gerilaya PKK'ê Sema Yuce di 21'ê Adara 1998'an roja Newrozê de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dabû ber agir û di 17'ê Hezîrana 1998'an de jiyana xwe ji dest dabû. Bi minasebeta salvegera şehadeta Sema Yüce (Serhildan), li Agiriyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Malbata Sema Yuce, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay, rêveberên DBP, HDP û gelek welatî çûn ser gora Sema ya li gundê wê Kargalikê û Sema bibîr anîn. Li Navenda Çanda Sema ya Şaredariya Agiriyê jî bernameya bîranînê ji bo Sema Yuce hat lidarxistin. Li salona navenda Çandê Posterê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û Sema Yuce hat daliqandin. Komê bê navber siloganên "Şehit namirin" berz kirin û sînevîzyona ku jiyana Sema Yuce vedibêşe dan pêşandan. Dayika Sema Yuce Zennure Yuce, diyar kir ku Sema Yuce peqrewana hemû gelê kurd e û kesên di riya wê de şer dikin silav kir. Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay jî diyar kir ku têkoşîna di şopa kesek wekî Sema Yuce leheng de pir watedar û girîng e.

Çalakî bi silogana "Şehit namirin" bi dawî bû.

(zt)