Bi felsefeya azad em xwe perwerde dikin

09:03

Sosin Xanê /JINHA

RIMÊLAN- Bi beşdariya 24 endamên komîteya lihevhatinê yên ku ji hemû saziyan hatibûn perwerdeya bîrdozî dibînin.

Li bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê bi armanca guhertin û pêşxistina xebatên saziyan perwede hat despêkirin. Jinên komîteya lihevhatinê yên saziyên civaka sivîl ji dadgeha gel, mala jin û mala gel ya bajarê Rimêlan li ekadimiya perwerde û zanista jin dewreya bi navê şehîd Hemrîn bi tevlîbûna 24 endaman ji tevahî bajarên kantona Cizîrê tê dayîn. Perwerde bi waneyên fikrî, siyasî û dîroka jin û li ser têkiliya bi gel re hate dayîn.

Endama komîteya lihevhatinê ya bajarê Hesekê Neîma Mehmûd derbarê armanca xwe ya tevlîbûna perwerdê anî ziman û wiha got: ''Piştî ku şoreşa Rojava destpêkir, mala gel hat vekirin û ji me dihat xwastin ku em tevlî perwerdê bibin. Armanca vê perwerdê pêşketin û pêşde birina xebatên jinê di asta bilinde ye. 5 Rojin perwerdeya me despêkiriye ji waneyên ku tê dayîn em gelek sûd jê digrin. Hîna 23'ê roj dê perwerdeya me bidome. Ev yek jî hem ji bo xebatê hem jî, ji bo pêşketina me dê gelek bi sûd be."

Hemdiya Temo ji bajarê Dirbêsiyê Endama Mala Gel wiha li ser vê perwerdê axivî: ''Piştî şoreşa Rojava pêkhat, ji bo avakirina jiyanek nû pêdivî heye em ji taybetmendiyên xwe ya kevneşop rizgar bibin. Ji bo ku hişmendî û têkiliya me bi gel re bê guhertin pêdivî bi perwerdeyek bi vî awayî heye. Me waneyê dîroka jin stand. Pêre hişmendiya me li hember rastiyê tê guhertin û mirov ji nêz ve rastiya jinê nasdike. Pêwîste jin ji bo ku mafê xwe ya jiyanê bi dest bixe pêwîstî bi têkoşînek rêxistinî heye. Şervanên YPJ'ê şexsiyeta jina bi hêz avakir û jinên Rojava êdî çekan hildigirin û mil dan milê YPG'ê û heremên Rojava ji çeteyan rizgar kirin. Em jinên di komîteya lihevhatinê de em ê alîkariya hemû jinan bikin û pergala desthilatdariyê bigherin."

Endama Mala Jin ya bajarê Dêrikê Sebah Ehmed wiha behsa perwerdê kir: ''Ji bo pêşketin û xwe perwerde kirinê em hatin vê perwerdê. Ev perwerde ji bo me gelek girînge. Ji bo em têkoşîna xwe bi hêz bikin û pergala heyî biguherin pêdivî bi perwerdeyên bi vî aweyî heye."

Esma Mûrad rêvebira komîteya lihevanînê di mala gel de li ser giringiya perwerdê wiha got: ''Em îro di nava şoreşê de jiyan dikin û her roj şehîdên me hene. Pêwîste em jî wek jin bi hemû hêza xwe xizmete vî gelî bikin û ji bo pêşdebirina şoreşê têkoşîn bidin. Pêdivî her mirovek bi perwerdê weke ava û nan heye. Niha di nava hêzên parastina cewherî de jinên 50 salî jî hene û em soz didin ku em her erkê li ser milê me, emê pêk bînin û heta bi hilgirtina çek be jî em amedene. Bi taybet di vê rewşa niha de. Em ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û em ê nifşên nû jî fêrî xeta azadiyê û rûmetê bikine.''

(rc)