Li Şaredariya Rezan Muduriya Beşa Jinan û Malbatê vebû
09:05
Beritan Canozer - Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED - Şaredariya Rezan ya Amedê Beşa Jinan û Malbatê vekir, armanca wan ewe ku zêdetir xwe bigihînin jinan jiyana wan bi guhere û wan ji tindiya civakî rozgar bikin.
Ji bo ku jin zêdetir bi awayek zindî di nava xebatên ekonomî, civakî û çandî de cîh bigirin û navendên jinan bên avakirin xebatên şaredarî û rêxistinên jinan berdewam dikin. Ji bo ku Şaredariya Rezan ya Amedê zêdetir xebatên jinan di navendên civakî de bide meşandin Muduriya Beşa Jinan û Malbatê vekirin. Mudura Beşa Jin û Malbatê Gulfer Coşkun diyar kir ku bi biriyara rêveberiyên herêmî hat avakirin û got: "Armanca avakirina vê beşê ji bo ku zêdetir xebatên jinan bi berfirehî û tenduristî bê meşandine."
'Armanca me zêdetir xwe gihandina jinane'
Gulfer xebatên rêvebirina beşan wiha nirxand: "Armanca me hîn zêdetir xwe gihandina jinane û ji bo wan zêdetir navendên jiyanê vekirine. Em vê xizmetê bi alîkariya şaredariyên xwe yên navçeyan, xizmetên jinan yên maliyê û muduriya polîtîkaya jinan birêve dibin. Armanca beşa me ya bingehîn di jiyana civakî ekonomî û çandî de hewladana çareseriya hemû pirsgirêkên jinan û li gorî daxwazên wan rêyên çareseriyê pêşxistine. Berê me di herêmî de ev xebat bi rêve dibirin, niha jî em vê xebatê dibin banê muduriyê de bi rêve dibin."
'Em bi hemû jinan re hatin bahev'
Gulfer balkişand ser biriyardariya jinan di nava hemû mekanizmayên biriyardariyê de û wiha domand: "Em çun sazumaniya meclisbûnê hemû jinên di meclisê de dixebitin bi me re jî di nava têkiliyan û xebatan denin. Ji bo zêdetir xwe gihandina pirsgirêkên jinan û çareseriya wan em li gel muduriya desteya jinan bi hev re di xebitin."
'Di serî de xebatên me dê di derbarê tekoşîna li hember şideta nava malê be'
Gulfer anî ziman ku ew ser beşan xebatên xwe bi rêve dibin û wiha berdewam kir: "Weke navendên me yên şêwirmendiya jinan, malên jinan, Navenda Zarokan ya Solîn û hewîza avjeniyê. Ev beş yên ji derve hatîn avakirinin. Ev ji bo xwegihandina jinan hêsane û ev beşên bê muçe xizmetê dikinin. Di van navendan de zêdetir telebên jinan yên ji bo perwerdê û şêwirmendiya derunî hene. Ji ber nizanin dê çawan sudê ji tenduristiyê bigirin nizanin serî li kîjan deran bidin û mînakên weke vê pêdivî bi rêyên pratîkî hene. Xebata me ya herî bingehîn tekoşîna li hember şideta nava malbatê ye. Tekoşîna li hember şideta ser jinan em hem bi piratîkî û hem jî di aliyê romanî de hewldan û xwe gihandina giherîna zagonên di vê çarçovê de em bi saziyên din yên civakî û rêxistinên civaka sivîl re dixebitin."
'41 jinan sertifikên xwe yên qursa avjeniyê girtin'
Gulfer bilêv kir ku ew ji bo jinên ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji Şengal û Kobanê hatine li Herêma Fidanlikê ya Amedê bi cîh bûne jî xebatan bi rêve dibin û wiha dom kir: "Em ji bo jinên li herêma kampê dimînin xebatên civakî û çandî bi rêve dibin. Em tiştên weke ta, parçe, mekîneyên dirunê, ax û şitilan didin. Wan jî ev tişt xwestine û li gora daxwazên xwe dixebitînin. Weke mînak Şaredariya Rezan di aliyê cîhgirtina jinan di nava aboriyê de îmza avêt binê rêgezikê û ji bo jinan semt pazar vekir. Hem semt pazara mayînde û hem jî bazara ku tenê jin esnafiyê dikin vekirine. Bi giştî 160 jin di vê bazarê de aboriya xwe bi dest dixin. Ji aliyê Şaredariya Rezan ve li Taxa Kaynartepe Navenda Zarokan ya Solîn hat vekirin û 41 jinan di hewîza avjeniyê de sertifikên xwe girtin. Şanaziya ser ruyê wan nîşanî me da ku carekdinê me karek çiqas baş kiriye. Em xebatên wiha berdewam bikin. Em xebatên xwe li gora anket û ziyaretên malan dikin û perwerdeyên xwe yên pîşeyî berdewam dikin."
(zt)