Li MAPER'ê qeyîdên xwendekarên nû despêkirin

09:19

Beritan Elyakut / JINHA

AMED - MAPER li hemû tax û navçeyên Amedê bi navê xwe perweda wêne, muzîk, folklor, matematîk, şano, erebî û kurdî didin.

Li hemû tax û navçeyên Amedê Malên Perwerdehiyê (MAPER) dibiniya şaredariyan de di şaxên weke wêne, muzîk, folklor, matematîk, şano, erebî û kurdî de perwerdê didin. Her wiha ji bo zarokên ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji Şengal û Kobanê hatine herêmê li her derê dê MAPER bi xwendekarên nû re di meha îlonê de dest bi perwerdê bikin. Ji bo wê jî qeyîd hatine despêkirin. Girêdayî qeyîdên dibistanan Hînkara Zimanê Kurdi ya Mala Perwerdehiyê Ruken Pel agahî da. Ruken diyarkir ku ew di heftê de pênc rojan perwerdê didin zarokên dibistana seretayî. Ruken da zanîn ku di vê sala dawiyê de 120 zarokên Rojava di MAPER'ê de perwerde dîtine.

'Ji bo yên gihiştî jî qursên hînkariyê tên dayîn'

Ruken destnîşan kir ku yên ji bo hînkirinê dihatin perwerde kirin, piştî qursên wan qediyan di malên perwerdehiyê de weke hînkar dê dest bi xebatê bikin. Ruken bi lêv kir ku zarokên di sala derbasbûyî de wêne xêz kirine, wêneyên wan di Mala Perwredehiyê de hatine pêşandan û yên di aliyê muzîkê de jî dixebitîn weke Dengê Kobanê koma wan ya muzîkê hatiye avakirin. Ruken anî ziman ku ji sedî 70 xebatên wan ser zarokên Rojava tên meşandin.

'Perwredê ser zarokên Rojava bi erênî bandor kiriye'

Ruken balkişand ser bi erênî bandora perwerdê ser zarokên Rojava û wiha domand: "Ji ber sedemên şer deruniya zarokan têk çuye ji ber wê jî MAPER'ê pêdivî bi perwrede û eleqebûna bi zarokan re dît. Di bin banê hemû şaredariyên navçeyan de bi heman pergalê perwrde tê dayîn. Ji bo ku zarok ji duzena xwe neyên qetandin di aliyê civakî û çandî de perwerde tê dayîn. Îsal çî ji destê me hat me kir, sala bê jî ji bo zarokan çî ji destê me bê emê bikin. Îsal jî malbat ji bo zarokên xwe û ji bo bi xwe perwerde dayînê dikarin serlêdan bikin."


(zt)