Ser medyaya civakî ji bo qatîlên jinan banga cezayê muebetê

10:47

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li hember buyera Cansu Kaya ya ku rastî êrîşa zayendî hatî û hatî qetilkirin jin rabûn ser lingan, ser medyaya civakî jî banga ji qatîlên jinan re cezayê muebetê bê dayîn tê kirin.

Cansu Kaya ya 18 salî li Muglayê rastî êrîşa zayendî hat, hat xeniqandin û paşê jî hat avêtina nava avê de, ev bûyer ser medyaya civakî rastî nerazîbûnên mezin hat. Ser medyaya civakî îmza tê avêtina binê kampanyeya "Em tawîzê nadin şideta ser jinan." Banga #KadınaŞiddeteTavizİstemiyoruz (Em Tawîzê Nadin Şideta ser jinan) bila cezayê giran bê dayîna qatîlên jinan û banga cezayê muebetê bê dayîna qatîlên jinan hat kirin.

(zt)