KCDP: Kujerê Cansû pêwîste derê holê

11:28

JINHA

STENBOL - Platforma emê Cînayetên Jinan bidin Rawestandin (KCDP) ji bo Cansu Kaya a ku li Mugala yê rastî êrîşê zayandî hatî û hatiye qetilkirin, daxwez kirin ku kujer derxin holê û ji bo kujerê jinan biryarên cezayê muebbet bê derxistin.

Ji bo Cansu Kaya a 18'e salî ya ku hefteya borî li navçeya Ortaca a Mugala winda bibû, rastî êrîşa zayendî û xeniqandinê hatibû û piştre ew avêtibûn çemê Platforma emê Cînayetên Jinan bidin Rawestandin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de, Cansu li Taxa Dalyan di rastorandê de wek garson dixebitî, piştî ku ji cihê kar derdikeve agahî jê nayê girtin. Piştî 3'ê rojan ew bi aweyek xeniqî cesedê wê ji avê derdixin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku kujerê buyera Cansu bi aweyek lezgîn derbikeve holê û ji bo pêşî li şidet û qetilamên jinan bên girtin pêwîste cezayên muebbet ji bo kujeran bê dayîn.


'Yên ku zagona dernaxin ew berpirsyarin'

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ji bo ku zagon bê derxistin pêwîste çend jin din bi aweyek hovane bê qetilkirin em nizanin lê belê tevgera jin têkoşîna xwe bilind dike. Piştî qetilkirina Ozgecan heye niha platformê çend pêşnûmeyên zagonî amede kir û ji Meclîsê re şand lê li ser vê yekê hîna tu gav ne hatiye avêtin. Berpirsyariya hemû jinên ku hatine qetilkirin û ya Cansu Kaya jî di navde bê guman yên ku zagonê dernaxin ew bi xwe ne.

Malbata Cansu Kaya ne bi tenê ne. Emê li tevahî jinên ku tên qetilkirin tevî malbatê wan ji bo ronî kirina boyerê têkoşînê bidin. Ji bo Cansu Kaya jî heya ku adelet cihê xwe bigre emê li ba we bin."

(rc)