Di derbarê qetilkirina Cansu de îfada 3 kesan hat girtin

15:11

JINHA

MUGLA - Cenazê Cansu ya ku li Ortaca yê rastî êrîşa zayendî hat, paşê hat qetilkirin û avêtin qenalê avê ji aliyê malbata wê ve hat defin kirin. Di derbarê bûyerê de îfada 3 kesan jî hat girtin.

Cansu Kaya ya ku 3 roj berê li navçeya Ortaca ya Muglayê winda bûyî û cesedê wê di qenalek avê de hatî dîtin, hat hînbûn ku piştî hatiye qetilkirin 2 rojan cesedê wê di bozdolabê de hatiye veşartin. Cansu Kaya ya ku li Taxa Mergenli ya Ortaca yê dijî weke garson li restorantek ya Taxa Dalyan yê dixebitî. Piştî demekê dema ku diya Cansu û xwişka wê bi telefonê xwe nekarî bigihnê û hîn bûn ku neçuye otela li Dalyan yê ya lê dima jî xizmên wê dest bi lêgerê kirin. Dema ku xwişka Cansu Burcu Kaya li gel leşker, polîsan û ambulansê digeriyan cesedê Cansu li ber kêleka qenalek avê dîtin. Cesedê Cansu ya ku kincên wê jê kirî rakirin Saziya Tiba Edli ya Muglayê. Di otopsiyê de hat teşîskirin ku Cansu rastî êrîşa zayendî hatiye, hatiye xeniqandin û paşê hatiye avêtina avê. Her wiha hat zanîn ku cesedê Cansu 2 rojan di bozdolabiyê de hatiye veşartin.

Di derbarê bûyerê de îfada hevalê Cansu yê mêr U. D û 3 kesên dinê hat girtin. Piştî karên otopsiyê li Saziya Tiba Edliya Muglayê îro cenazê Cansu teslîmî xwediyê wê hat kirin. Dema ku cenazê Cansu birin ber mala wê piştî nimêjê cenaze di nava rondikên çavan de li goristana taxê hat sipartina axê.


(zt)