Ji bo avakirina Kobanê dê UCLG li Amedê bicivin

16:25

JINHA

AMED - Civîna yekîneya ku di qada rêveberiyên herêmî de ya herî mezin UCLG bi dawî bû. Civîna UCLG'ê ku ji gelek welatên cuda rêveberiyên herêmî beşdar bûbûn û 2 rojan berdewam kir, li bajarê Porto Alegre ya Birezîlyayê pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, diyar kir ku di civîna UCLG'ê de biryara ziyareta Kobanê û civîna li Amedê pêk bê hatiye dayîn.

Li bajarê Porto Alegre ya Birezîlyayê, civîna yekîneya ku di qada rêveberiyên herêmî de ya herî mezin Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Yekbûyî yên Cîhanê (UCLG), piştî 2 rojan bi dawî bû. Civîna UCLG'ê ku ji gelek welatên cuda rêveberiyên herêmî beşdar bûbûn 2 rojan berdewam kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî beşdarî civînê bû. Gultan, têkildarî civînê diyar kir ku di civîna UCLG'ê de biryara ziyareta Kobanê û civîna li Amedê pêk bê hatiye dayîn. Gultan, anî ziman ku ji Stenbol, Edene, Îzmir, Beylîkduzu, Konya yên Tirkiyeyê û ji metrepolên welatên Yunanistan, Uruguay, Brezilya, Rusya, Çin, Japonya, Afrikaya Başûr, Fransa beşdarî civînê bûn.

(zt)