Cenazeyê 12 şervanên YPG û YPJ'ê ber bi Federala Kurdistanê ve hatin oxir kirin
16:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hezaran welatiyê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG û YPJ'ê yên di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest derbasî Herêma Federala Kurdistanê kirin.
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi navê Zagros Çolemerg, Baran Barî, Tekoşîn Dêrsim, Rûbar Ozom, Doxan, Robîn Argêş, Newroz Êlih, Zîlan eytan, Agir Denîz, Bawer Jiyan Amed, Laşer Amed û Şêrzat Diyar ên di rojên cûda de di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê wergirtin. Welatiyan wêneyên şervanan, alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtin û bê navber diurşmeyên dilsoziya bi berxwedana YPG/YPJ’ê re berz kirin. Bi kawrwanekî wesayîtan ber bi deriyê Sînor ê Sêmalkan ve derketin rê. Li deriyê sînor dê merasîm bê lidarxistin û paşê wê cenaze derbasî Başûrê Kurdistanê bêne kirin. Li deriyê sînor ê Sêmalka mersîm hate lidarxisitn. Şervanên YPG/YPJ’ê merasîma leşkerî lidar xist. Paşê li ser navê YPJ/YPG’ê yek ji fermandarên YPJ’ê Roza Dêrik, li ser navê Malbatên Şehîdan Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo û li ser navê TEV-DEM’ê Merwan Xelîl axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê yên dawî û hate gotin bi saya berxwedana tekoşeran Girê Spî û herêma derdora wê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di axaftinan de her wiha bang li hemû aliyan hate kirin ku xwedî li destkeftiyên şervanan derkevin û berxwedana wan mezin bikin. Piştî axaftinan siclên şervanan hatin xwendin û radestê Saziya Malabatan hatin kirin. li ser navê malbatan jî axaftian hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê cenazeyên şervanan di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr hatin kirin.
(zt)