Rojnamevanên li Kaniya Xezalan hatin tehdîtkirin
17:08
JINHA
RIHA - Li hember nûçegihanên DÎHA û Rojnameya Evrensel ên li Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan (Akçakale) nûçeyan dişopînın gefa, “Em ê serê we jêkin” hat xwarin.
Li Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan piştî polîs vekişiyan çeteyên bi çek ên derketin holê vê carê jî nûçegihanên DÎHA û Rojnameya Evrensel bi gotina, “Em ê serê we jêkin” tehdît kirin. Rojnamevanên bi rojane li xeta sînor dixebitin ku gelek caran rastî bertekên hin kesan tên ev bertek îro veguherî tehdît û êrîşan. Rojnamevanên danê sibehê çûn deriyê sînor, bi kesên ji Girê Spî koç kirin re hevdîtin pêk anîn. Di wê navberê de komeke ku bi Tirkî diaxivî nêzî rojnamevanan bû got, “Çima hûn provokasyonan dikin, ma karekî we yê din nîne?”
Piştî rojnamevanên din jî hatin cihê bûyerê koma êrîşkar ku dûr ketin, paşê careke din hatin cihê nûçegihanê DÎHA û Rojnameya Evrensel. Yek ji endamê koma her diçe hejmara wan zêde dibe çû bi ser nûçegihanan de û ew tehdît kirin. Kesê êrîşkar got: “Li vir polîs nikare tiştekî bike. Lê ciwanên li vir dikarin her tiştî bikin.”
Di nav komê de vê carê jî yekî got: “Eger hûn aqilê xwe nedin serê xwe em ê serê we jêkin.” Li ser tehdît û hewldana lîncê nûçegihan dema ji herêmê dûr ketin, kesên dişibin çeteyên DAIŞ’ê yên bi çek bi wesayîtên plakaya wan a Sûriyeyê hatin herêmê.
(rc)