Li Slopiya cenazê 12 şervanên YPJ/YPG’ê bi girseyî hatin pêşwazî kirin
17:22
JINHA
ŞIRNEX – Cenazê 12 şervanênn YPG’ê anîn Slopiya. Şervanên ku tevlî pêngava rizgarkirina Girê Sipî bû bûn û di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî hatin pêşwazî kirin.
Piştî ku YPG’ê nasname 13 şervanên gelek jê piştî hemlaya Şehîd Rubar Qamişlo da jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir. Îro xizmên şervanên YPG û YPJ'ê, MEYA-DER, hevserokên şaradarîyên navend û navçeyên Şirnexê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navê de bi hezaran welatî li Deriyê Xebûr gihiştin hev û cenaze bi girseyi pêşwazî kirin. Gel tevî ku bi rojî bûn jî li gel gerema zêde jî hebû di astek zêde de tevlî pêşwaziyê bûn û bi sedan wesayît tevlî konvoya cenazê şervanên YPJ/YPG’ê bûn. Gelê Silopiya jî herîkî ser rê û dûrişmên “şehît namirin” berz kirin. Piştî ku cenazê şervanan ji Deriyê Xabûrê hat wergirtin ji bo otopsiyê anîn nexweşxana dewletê ye Silopiya. Li vê derê bi hezaran kes gihiştin hev û jinan cenazê şervanên YPJ’ê hilgirtin heya morgê. Kar û barê otopsiyê tê payîn ku heta sibê dewam bike. Piştî kar û barên otopsiyê wê İsmail Hakî Kol wê li Slopiya bê defin kirin.
Abdulkadir Dorgun (Şerzat Amed Baz) ku 7 Hezîranê li Serêkaniyê jiyana xwe ji desta da, Mustafa Turgayê (Laleş Amed) ku di 8 Adara 2015’de li Til Temir jiyana xwe ji dest da bû û Sabahatîn Sayê (Bawer Jiyan Amed) ku di 7 Heziranê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû wê li Amedê bên defin kirin. Terfa Cokoya (Tekoşîn Dersîm) ku di 7’ê Hezîranê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da bû li Mêrdînê, Sevgî Durmûşa ku di 14 Hezîranê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû li Êlihê, Kubra Polata (Zîlan Înanç) ku 7 Hezîranê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû wê li Sêrtê bê defin kirin. Naîm Akgûlê (Agir Deniz) li Colemêrgê, Nurettîn Albayrak (Ozgur Doğan) li Qersê, Şahîn Alabay(Baran Barî) li Bedlîsê, Nazîm Harmancî (Zagros Colemêrg) li Colemêrgê, Nesîm Taşkan (Rubar Uzîm) wê li Sêrtê bê defin kirin Cenazê şervana YPJ’ê Emîne Demira (Arîn Tekîn) ku wê jî di 7 Heziranê de jiyana xwe ji dest dabû ji ber ku nehat dîtin nanîn lê malbata wê li Şirnexê tazîye danî û sersaxiya qebûl dike.
(ma/zt)