Civîn û şahiyek ji bo bîranîna Zîlan û serkeftina YPJ û YPG
18:07
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Yekîtiya Star û jinên tevgera çand û hûnerê civina bîranînê Şehîd Zîlan û şahiyek ji bo serkeftina hêzên YPG û YPJ'ê ya rizgarkirina Girê Spî pêk anîn. Pişre sinevizyon li ser jiyana şehîd Zîlan hat temaşe kirin.
Bi sedan gel ji bajarê Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê li salona Îvan ya li gundê Ezîz kombûn û civîn bi deqeyekê rêzgirtin despêkir. Rêvebira Yekîtiya Star Leyla Yeşar axivî û behsa rewşa siyasî kir û wiha got: "Em bi xwîna şehîdan van rojên dîrokî dinvîsin. Serkeftinê ku di sedsala 21'an de pêkhatiye gelek bi nirx û bi wateye. Em her serkeftin bi berdelên giran bi serdixin. Ji ber vê yekê xwedî li nirxê şehîdan derketin erkê meye. Hizir û ramanê Rêber Apo hêza têkoşînê û berxwedanê bi hêz kir û şervanên YPG û YPJ'ê hêza xwe ji felsefaya Rêbertî girtin û berxwedan."
Piştî ku civîn bi dawî bû ji bo bîranîna Heval Zîlan sînevizyon hat temaşe kirin.
Di dawî de ji bo serkeftina şervanên YPG û YPJ'ê jinên Tevgera Çand û Hûnerê ya bajarê Dirbêsiyê, Til Temir û Serêkaniyê şahiyek li darxistin. Şahî bi komê govendê ya xweser û pêşkêş kirina şanoyê bidawî bû.
(şa/rc)