Biharîn Kendal: Girê Sipî bi giyana hevpar serket

09:30

JINHA/ Cahîde Harpûtlu

KOBANÊ - Fermandara YPJ/YPG'ê ya Rojhilata Kobanê Biharîn Kendal piştî serkeftina Girê Sipî derbarê Hamleya Rubar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina Rojavaya Kantona Cizirê hatibû dest pê kirin de axivî û da zanîn ku girtina Girê Sipî bi ruhek seferberiyê pêk hatiye û di vê berxwedanê de hemû taktîkên DAİŞ'ê vala hatiye derxistin. Biharîn Kendal bal kişand endamên DAİŞ'ê ku nikarîbûn ji alî Reqqayê birevin derbasî Tirkiyê bûne û diyar kir ku piştgiriya hûkûmeta Tirkiyê û Erdogan ya hemberî çeteyan bi vî awayî careke din eşkere bûye.

Hamleya Rubar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina Rojavaya Kantona Cizirê û gundan di 6 ê Gulanê de destpêkiribû bi girtina Girê Sipî gihişt asta herî bilind. Girê Spî ji ber ku di navbera Kantona Kobanê û Cizîrê de li cihekî stratejik de ye û her du kantonan li hev girê dide ji bo hêzên YPJ/G serkeftinek girîng e. Piştî rizgarkirina Kantona Kobanê niha jî bi girtina Girê Sipî çavên hemû cîhanê careke din vegeriya ser hêzên YPJ/YPG'ê . Gelên Girê Sipî ku dema di navbera DAİŞ û YPJ/YPG'ê de şer destpêkir herikîn sinora Akçakaleyê jî piştî ku hêzên YPJ/YPG'ê girtina bajara Girê Sipî îlan kirin ji ser sinor berê ve derbasî bajarên xwe bûn. Endamê Fermandariya YPJ/YPG'ê ya Eniya Rojhilata Kobanê Biharîn Kendal jî rewş û vegera sivîlan û hamleya ku nêzî 2 mehe berdewam dike nîrxand û da zanîn ku di Hamleya Rubar Qamişlo de ji her kesimê tevlîbûn çêbûye û operasyon bi ruhê seferberiyê hatiye meşandin. Biharîn Kendal axaftina xwe wiha domand: '' Ev demeke me dest bi operasyona rizgarkirina Girê Sipî kiribû û hemû ciwan, kesên ku heta niha ji bo rizgarkirina Kobanê de cîh girtine û hêzên YPG/YPJ û hêzên Burkan El Firat'ê jî di vê hamleye de cihê xwe girtine. Armanca me ya yekemin qutkririna rêyên ku diçin Girê Sipî bû. Bi vî awayî xeta Reqqayê dema bihata girtin û piştgiriyên ku ji vî alî de dihat dê qut biba. Ji ber vê yekê em di du rojên ewil a operasyonê de bi giranî cîh bi cîh pêş ve diçûn. Hamle li ser vê esasê hat dest pê kirin.''

'Çeteyên DAİŞ'ê derbasî Tirkiyê dibûn '

Biharîn diyar kir ku hamleya Girê Sipî ( Til Ebyadê ) 4 rojan berdewam kiriye û li hember hêzên YPG/YPJ'ê li bajarê Girê Sipî berxwedayin çênebûye û got: '' Hêzên me bi hêsanî ketin bajêr lewre ji ber neheqî û bêedaletiya wan, baweriya gel bi çeteyên DAİŞ'ê tune bû û gel nedixwestin ku çete di bajêr de bimînin. Ji ber vê li hemberî me bertekên gel çênebû. Endamên DAİŞ'ê jî li pir ciyan çek berdidan, şer nedikirin çimkî çete li hemberî hêzên me êdî nikarîbûn ber xwe bidin. Ên ku dixwestin ji mile Reqqayê birevin jî pêşiya wan hate girtin û niha di koridora Reqqayê de cenaze, maşîne û gelek cebilxaneyên wan hene.'' Biharîn bal kişand ku endamên DAİŞ'ê ên ku nikarîbûn ji alî Reqqayê birevin derbasî Tirkiyê bûne û diyar kir ku hûkûmeta Tirkiyê û Erdogan ji destpêka şer heta niha her tim piştgirî dane çeteyan û got ' Ev careke din jî eşkere bû.'

'Hêzên me hemû taktîkên DAİŞ'ê ya şer vala derxistin '

Biharîn wiha dirêjî da axaftina xwe: '' DAİŞ li her ciyên desteser kiribûn pişt xwe mayin dikir û derdiket, lê me wek taktikek şer vê tû carî bikar ne anî û ev jî di binketina DAİŞ'ê de bi bandor bû. Lewre DAİŞ heta niha bi mayinkirina erd û malan bi bawer bû ku bi ser bikeve lê li hember taktîkên me ev jî vala hate derxistin û wan tû encam negirtin. Me nehîşt ku li tû ciyî hevalên me ji mayinan zerarê bibinin.'' Biharîn da xuyakirin ku li gelek ciyan maşîneyên DAİŞ'ê ya bi bombekirî hene û heta niha gelek maşîneyên bi vî awayî bêbandor kirine û da zanîn ku xebatên wan hê jî berdewam dike. Biharîn destnîşan kir ku heta niha hemû taktîkên DAİŞ'ê ya şer vala derxistine û wiha berdewam kir: '' Ew tirsa ku DAİŞ li her derê belav kiribûn, baweriya gel şikandibûn û xwe wek hêzek mezin nîşan didan bi berxwedana gelê Kurd guherî. Niha zarokên Ereban jî dîtin ku çete çawa direvin, ditirsin û nikarin heremên bi dest xistine biparêzin. Kiryarên wan tene talankirin û kuştin e, dema dikevin tengasiyê jî rev e.''

'Çete êdî nikare li hemberî hêzên YPJ/YPG şer bike '

Biharîn Kendal anî ziman ku hamleya Girê Sipî ji hemû cîhanê re diyar kiriye ku DAİŞ êdî nikare li hemberî hêzên YPJ/YPG şer bike û ber xwe bide. Biharîn bal kişand berxwedana YPJ/YPG û yê Burkan El Firatê jî û da xuya kirin ku tecrûbeyek mezin hil dane û careke din xwe li cîhanê îsbat kirine ku berê xwe bidin ku dere dê serbikevin . Biharîn der barê encama operasyonan de jî agahî da û heta niha çiqas gund û bajarok hatine girtin vegot. Di operasyonê de wek tê zanîn bajaroka Siluk û gelek gund ji deste DAİŞ'ê hatibû rizgarkirin. Biharin Kendal jî li gor vê diyar kir ku dema dest bi operasyonê kirine 80 km zêde dûrî Girê Sipî bûne û heta gihîştine Girê Sipî nêzî 50-60 gund tevahî hatiye rizgarkirin û got: '' Ev gundên ku hatin rizgarkirin di nav de çend gundên Kurdan hebe jî piranî gundên Ereban bû.''

' Li Cîhanê yek hêza ku li hember DAİŞ'ê sekinî YPJ/G ye '

Biharîn bal kişand ku girtina Girê Sipî ne tene ji alî leşkeri dê ji alî sîyasî de jî encamên pir girîng derxistiye holê û axaftina xwe wiha domand: '' Girtina Girê Sipî ji du alî de em dikarin binirxînin. Ya herî girîng gihîştina her dû Kantonane lewre hikûmetên me ji ber ku perçe kirîbûn heta niha nikarîbûn kar û xebatên xwe bi rê ve bibin. Destkeftiyek me yê din jî ew e ku hemû cîhan li hemberî DAİŞ'ê di nava tevgerê de bû û nikarîbûn pêşiya wan bigirtana bi îradeya gelê Kurd diyar bû ku hêzek li hember wan bisekine heye û dikare bi siyaset û çanda xwe ber xwe bide. Biharîn destnîşan kir ku heta niha hêzekî bîrdozî ya bi têkoşîna çand û hûnera xwe li hember DAİŞ'ê şer bike û siyasetê bimeşîne tunebû û diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn jî heger bixwaze sîstema xwe bir rê ve bibe divê pêşî li hember DAİŞ'ê ya hovane ber xwe bide û şer bike. Biharin wiha berdewam kir: '' Him ji alî leşkeri, sîyasî, him jî ji alî çandî, olî û exlaqî ber xwe dayin şert e. Em jî ji bo li Rojhilata Navîn yekitiya gelan ava bibe têdikoşin. Di vî warî de alîkariya gelên Rojhilata Navîn kêm be jî ji bo me girîng e.''

'Serkeftina Girê Sipî bi keda hemû Kurdîstanê pêk hat '

Biharîn der heqê operasyonên ku hê didomin de jî agahî da û got: ''Operasyonên ku niha didomin jî bi taybetî ji bo zexmkirina xetên Başûr û sinorên ku hatine bi destxistin in. Armanca me ya din jî rêxistinkirina hikûmet û hêzên leşkeri ne. Biharîn Kendal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku YPJ/G şerekî ji bo dadê û ji bo axa xwe pêk anîye, ji ber vê jî şerekî herî mafdar dimeşînin. Biharîn diyar kir ku serkeftina hamleyê bi keda hemû gelê Kurdîstanê pêk hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Di vê hamleye de bandora berxwedana Kobanê û ya gelê Bakûrê Kurdîstanê gelek e. Girtina bajarên Girê Sipî û gundan serkeftinek pir mezin bû û kesên ku keda wan di vê serkeftinê de hene hemûyan pîroz dikim. Divê pêşî ji bo keda Şehîdan û ji bo hemû kesên ku ked dane vê berxwedanê em bi sîstemek demokratik rêxistina xwe pêşbixînin û pergala xweseriya Demokratîk ava bikin.''

(ch)