Jinên Ciwan dê bibêjin 'Xwedî li Rêbertî derkevin'
10:26
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Jinên DEM-GENÇ'ê dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyekê bidin despêkirin û bi durişmeya 'Xwedî li Rêbertî derbikevin' wê çalakî li darbixin.
Bi pêşengiya DEM-GENÇ'ê jinên ciwan bê navber xebatên xwe didomînin. Jinên ku paradîgmaya azadiya jin, ekolojî û demokrasiyê esas digrin, yek ji xebatên wan a herî girîng di pêşengtiya jinên ciwan ya DEM-GENÇ'ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xebat tê meşandin. Xezal Arslan li ser navê jinên ciwan axivî û xebatên jinên ciwan ya di dema hilbijartinê de bibîrxist û diyar kir ku, di encamê xebatê jinan de bend hat derbas kirin û ev serkeftin ji bo jinan gelek girînge.
'Em armanc dikin xwe bighînin hemû herêman'
Xezal da zanîn ku ew di çerçoveya jiyana azad de li hemû qadan xebatên xwe bi rêvedibin û wiha got: "Dervî DEM-GENÇ'ê jinên ciwan bi şêwaya federasyon ango yekîne hewildidin xebatê xwe li herêmên Kurdistan û Tirkiyê belav bikin." Xezal destnîşan kir ku ew ji bo xwe bi rêxistin bikin sîstem dane avakirin û bilêv kir ku, ew wek jinên ciwan dê bisazîbûna xwe berfireh bikin û bihêz bibin.
'Me dest bi xebatên kooperatîfbûnê kir'
Xezal diyar kir ku ji bo polîtîkayên kapîtalîzmê ya li dijî ciwanan vala derbixin dê xebat bidin meşandin û ji bo vê yekê jî ew projeyên xwe sazdikin. Xezal anî ziman ku ewê bi projeyên ku sazbikin ciwanan di bin bandora sistemê derbixin û hişmendiya azad bidin avakirin. Xezal behsa pilansaziyên hêzkirina jinên ciwan kir û wiha pêde çû: "Ji bo hêzkirina ciwanan emê wek jinên ciwan dixwezin kooperatîfan avabikin. Herî kêm niha me dest bi avakirina kooperatîfek kiriye. Em wek jinên ciwan dê bi xebatên cuda ve şaxê aborî jî bi hêz bikin."
'Em dîlgirtina Rêbertî napejrînin'
Xezal destnîşan kir ku ev nêzî du mehin hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tê asteng kirin û anî ziman ku ev astengî bandorek neyînî li pêvajoya aşîtiyê dike. Xezal got: "Emê li hemû qadan bertekê xwe bînin ziman û emê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Di vê çerçoveyê de li tevahî Tirkiyê û Kurdistanê dê di 20-21 û 22'ê Hezîranê de bi durişmeya 'Xwedî li Rêbertî derkevin' çalakî were li darxistin. Jinên ciwan dê bertekê xwe di çalakiyan de bînin ziman. Ji ber ku em dîlgirtina Rêbertî napejrînin. Di çerçoveya xebatên înşakirinê de wek jinên ciwan emê xwedî li Rêbertî û xebatên xwe derbikevin û rêvebibin."
(rc)