'Girtiyên nexweş nabin mijara bazarê'
10:36
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED - Hevseroka TUHAD-FED'ê Parêzer Bahar Oktay balkişand ser bêmafiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ser girtiyan tên kirin. Bahar diyar kir ku divê bi ehlaqî û mirovî nêzî girtiyan bibin û girtiyên nexweş nebin mijara bazarê.
Her roja diçe rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê giran dibe û di vê mijarê de berpirsên hikumetê bê deng dimînin. Li Tirkiyeya ku ji girtîgehan tabût derdikeve herî dawî jî girtiyê nexweş Riza Kazici yê 19 salin di girtîgehê de û herî dawî li Tîpa T ya Girtîgeha Kandira yê dima jiyana xwe ji dest da. Hevseroka Komela Şêwirmendiya Malbatên Girtî û Hukimxwaran ya Amedê (TUHAD-FED) ê Parêzer Bahar Oktay da zanîn ku bêyî girtiyên siyasî bibin mijara bazarê divê serbest bên berdan.
'Ji bo girtiyên nexweş tiştek nehat kirin'
Bahar destnîşan kir ku ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an heya niha bi parêzeran re ji 5'ê nîsanê heya niha bi Heyeta Îmralî re Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin nekiriye û wiha domand: "Pêvajoyek çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin heye. Dema ku em dinêrin ew bi xwe jî dibin tecrîdê deye. Yek ji şertên sereke yên pêvajoya çareseriyê jî mijara girtiyên nexweşe û her dem tê gotin ku divê girtiyên siyasî nebin mijara bazarê. Lê mixabin hikumet û kesîmên muhatab her dem dibêjin: 'Bila lîste bên amadekirin ji bo girtiyên nexweş yên rewşa wan giran û yên nikarin li xwe binêrin dê tiştek bê kirin.' Lê dîsan jî tiştek nayê kirin."
'Girtî bi kirinên ne mirovane re ru bi ru ne'
Bahar bilêv kir ku tedawiya girtiyan nayê kirin û girtiyên nexweş nayên berdan û wiha berdewam kir: "Mirovek ji derve çawan mafê wan yê bijîşkeke baş heye yê girtiyek nexweş yê girtîgehê jî wiha heye. Ji bo girtiyên nexweş bên tedawîkirin di sevk kirinê de zoriyê li wan dikin û gelek hevalên me rastî nêzîkatiyên bijîşkan yên ne mirovane tên."
'Hîna ji girtîgehan tabut derdikevin'
Bahar anî ziman ku di mijara tedawiya girtiyên nexweş de gelek kêmaniyên mezin hene û wiha domand: "Mixabin hîna girtiyên nexweş yên rewşa wan giran yan ser doşega mirinê dihêlin yan jî ji nexweşxanan tabût derdikevin. Ev rewş cardin 3 roj berê di Tîpa T ya Girtîgeha Kandirayê de hat jiyîn. Girtiyê nexweş Riza Kazici yê 36 salî ku 19 salin di girtîgehê dene ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest da."
'Dê di pêvajoya pêşiya me de çalakiyên me despêbikin'
Bahar bilêv kir ku divê di mijara girtiyên nexweş de nêzîkatiyên mirovî û ehlaqî bê kirin û wiha got: "Di vê mijarê de me li gel malbatên girtiyan û saziyên dinê li hev kirine ku emê ji bo rewşa girtiyên siyasî û tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hev re çalakiyên hevpar bikin."
(zt)