Jinên Muglayê ji bo Cansu li kolananin

10:51

JINHA

MUGLA - Jin li hember êrîşa zayendiya ser Cansu Kaya û qetilkirina wê raperîna xwe mezin kirine, jinên Muglayê jî daketin qadan. Jinan diyar kirin ku ji serê hezîranê heya niha li Muglayê 4 jin hatin qetilkirin û xwestin cezayê muebetê bê dayîna qatîlên jinan.

Jinên Muglayê bi pêşengiya Komela Jinan Karya hatin bahev, li hember qetilkirina Cansu Kaya û qirkirinên jinan li Meyîdana Sinirsizlikê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankartên "Ji bo jin bijîn ser erdê pêdivî bi odeyên jiyanê hene" vekirin û wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin. Di daxuyaniyê de jinan duruşmên weke "Emê cînayetên jinan bidin sekinandin", "Emê kesekdinê kêm nekin" û "Cansu namirin" bilind kirin. Cîgira Seroka Komela Jinan Karya Dilek Bulut diyar kir ku qirkirinên jinan zêde dibin û got: "Cansu 18 salibû. Cansu rastî êrîşa zayendî hat, hat qetilkirin, di bozdolabê de hat veşartin û bedena wê di avê de hat dîtin. Em dixwazin cezayê muebetê bê dayîna qatîlên jinan."

Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê hat despêkirin.

Beren Saat her kesê dawetî kampanyeya îmzayan kir

Lîstokvan Beren Saat her dem nerazîbûn nîşanî qirkirinên jinan dede, li hember qetilkirina Cansu Kaya jî nerazîbûn nîşan da û kampanyeya îmzayan ya despêkirî xwestin 1.1 milyon mirov tevlîbibin. Beren ev peyam par kir: "Cansu Kaya ya ku rastî êrîşa zayendî hat, hatî qetilkirin û avêtina avê îro jî Arzu Kose ji aliyê hevserê xwe ve bi çeka nêzîrê hat qetilkirin. Di vî welatî de heta mafê jinan yê jiyanê jî nîne! Telebên me yê ji bo girtiyên nexweş ne kêmkirina ceza cezayê muebet dayînê berdewam dike. Tu jî îmza bike!"


(zt)