Li NY konferansek li ser jinên Êzîdî tê lidarxistin
10:56
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi mijara, “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye” konferansek tê lidarxistin.
Li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE), Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî Bêrîvan û Femmes Solidaire konferansek tê lidarxistin. Konferans wê îro di navbera saet 16:00- 17:30’an de bê lidarxistin. Yek ji endama Komîteya Amadekar Canan Polat got: “Yek ji armancên girîng a vê konferansê ewe ku qîrînên jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên hov ve hatin revandin bînin rojeva NY ye. Ji bo kampanyaya ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ em bang li tevayî jinên cîhanê bikin û bigihînin asta gerdûnî girîng e." Di konferansê de moderatorî ji endama Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî Leyla Boran ve bê kirin. Kesên di konferansê de biaxin ev in: “Leyla Boran, nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî ya Îtalyan Barbara Spînellî, nûnera CENÎ Canan Polat.”
(rc)