Şervana YPJ'ê Tersa Çoko ser milê jinan ber bi rêwîtiya dawiyê ve hat şandin
14:57
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Tersa Çoko (Têkoşîn Dêrsîm) a ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Qoserê bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Tersa Çoko (Têkoşîn Dêrsîm) a ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Sîlopiyê hat wergirtin û anîn navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Cenazeyê Tersa li navçeyê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bibin mala lê hatî dinê ya li taxa Cumhuriyetê. Pişt re darbesta Tersa ji aliyê jinan ve hate wergirtin û birin Goristana Medayê. Li goristanê Hevserokê MEYA-DER'ê Abdullatîf Tabar axivî û diyar kir ku têkoşîna ciwanên gelê kurd dayîn tu caran ji bîr nakin.
Dayîka Tersa Şukriye Çoko jî diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha got: "Mafê min ji te re helel be. Te ji bo vî gelî canê xwe fida kir. Ez dê her tim bi têkoşîna te dayî serbilind bim."
Piştî axaftina cenazê Tersa bi duruşman hat defin kirin.
(zt)