Jina Rojava buye çavkaniya meraqa hemû cîhanê

15:09

JINHA

QAMİŞLO - Komek a berpirsyara Mafê Jinan ya Ewrûpayê serdana saziyên jinên Rojava kirin.

Komek a berpirsyara Mafê Jinan ya Ewrûpayê bi armanca şopandina xebatên saziyên jinên Rojava, hemû navend û saziyên jin ziyaret kirin. Dr û civaknas Karon Mann û Margirêt Awên ji bo ku rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve nasbikin û mercên şopandina berxwedana jinên Rojava ji nêzve bikin.

Karol Mann û Margirêt Awên dê serdanê wan ji hemû saziyan re berdewam bike. Serdana Akademiyên Perwerdê, saziyên kar û Navendên Jinê yên lşekerî ku şervanên YPJ'ê lê amede ne ziyaret kirin. Herdû mêvanan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Rojava û dîtina jinan anîn ziman û diyar kirin ku armanca wan ji nêzve şopandin û piştre li welatê xwe bi jinan re parvekirine. Dr. Karol Mann behsa hatin û ziyaretên ku pêk anîne kir û wiha got: "Armanca hatina min a Rojavayê Kurdistanê ji bo ji nêzve ez berxwedan û şoreşa Rojava bişopînim. Li gelek sazî geriyam min Rojava pir xweş dît."

Karol behsa têkoşîna jin kir û wiha domkir: "Berî ku ez bêm Rojava bi gelek tevger û rêxistinên jin re rûniştim û me nîqaş dan meşandin. Lê li Rojava xebatên jin ên xweser hene. Bi tu aweyî mêr di nava xebatên xwe de nahewînin. Li gorî nêrîna min ev jin dikare pêşengtiya civakê bike û zanistiya rêxistinî pêşbixe. Pêwîste mêr xwe ji hişmendiya desthiladariyê rizgarbike da ku bi jinê re rêhevaltiyek rast bike. Ji bo têkoşîna jiyanek wek hev pêwîste herdû alî ked bidin. Emê her piştgirî bidin şoreşa Rojava, ji ber ku azadiya jin ji bo me weteyek wê a girîng heye."

Karol anî ziman ku gelek welatên Ewrûpayê hêzên YPJ'ê nasnakin û wiha domkir: "Li welatên Ewrûpa û Fransayê hêzên YPJ'ê nasnakin û ferqa Hêza Parastina Jin YPJ'ê û pêşmergeyan nizanin. Ji ber vê yekê ez gelek dixwezim ji nêzve jiyan û şêwayê têkoşîna wan a rêxistinî bişopînim. Da ku piştî ez çûm welatê xwe hêza YPJ'ê bi jinên wir bidim nasîn."

Karol wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi pêşketina jin û rêxistinê dikare hişmendiya mêr biguhere. Mêr dîlê pergala desthiladariyê ye. Jin hem xwe perwerde û rêxistin bike hem jî mêr bi xwe re veguherîne. Ez li ser vê bingehê aşîtî û aramiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re dixwezim."

(re/rc)