Jinên Hesekê hêviyên xwe ya meha ramazanê anîn ziman

15:26

JINHA

HESEKÊ- Jinên Hesekê bi kêfxweşiyek mezin pêşwaziya meha Remzanê kirin. Jinan hêvî kirin ku meha pîroz bi xwe re aştî û xweşiyê bîne .

Jinên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi kêfxweşiyek mezin meha ramazanê pêşwazî kirin. Jinan diyar kirin ku bûyerên heyî li ber hestên pîroz nebûn asteng û wiha gotin: " Çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtî êrîşî gelê kurd dikin. Gelek komkujî li gelê kurd pêkanî. Hovîtiya DAIŞ'ê bi ola Muslmantiyê ve ne girêdayî ye. Ew tene olê ji bo bercewndiyê xwe bi kar tînin."

Dayîka Wehîde Mihemed anî ziman ku di meha Remzanê de ji ber rewşên şer rastî buhakirina xwarinê tên û wiha pêde çû: " Her sal di meha Remezanê de, bazirgan zexîryan li gel buha dike. Hêviya me ew e ku saziyên Kantonê bi lezgînî vê pisgirêkê çareser bikin. Ez meha Remezana pîroz li rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Mislman pîroz dikim. Meha Remezanê jî dê bi serkeftinên mezin yê şervanên YPJ'ê û YPG'ê bê xemlandin. "

Dayîka Xezal Mele Elî ya 62 salî jî meha Remezanê li gelê kurd pîroz kir û wiha got: " Meha remezanê dê berekete bi xwe re ser gelê kurd re bîne. Ez her roj ji şervanên YPJ û YPG re dûa dikim. Bi bawerî em dê xaka xwe ji çeteyan rêzgar bikin."

(ee/şh-rc)