Jinên Asayîşê qontrola deriya sînor dikin
15:40
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên Asayîşê li bajarê Dirbêsiyê deriyê sînora bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ya Şaniyortê qontrol dikin.
Jinên Asayîşê li bajarê Dirbêsiyê deriya sînora bakûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ya Şaniyortê qontrol dikin. Endama Asayîşa Jin ya deriya sînor Zeyneb Eswed anî ziman ku qontrol kirina deriyê sînor hesase û wiha got: "Em ji Asayîşa Jin ê bajarê Dirbêsiyê hatine deriya sînor qontrol dikin. Ji ber çûyîn û hatina gel heye hindek zehmetî dide avakirin. Derî kêm car tê vekirin. Carnan rewşên awerte derdikeve nexweş çêdibin derî tê vekirin û gel wê demê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Ji vir gelek welatî dema ku dixwezin bi aweyek fermî derbasî Tirkiyê bibin eger welatiyên Tirkiyê bin zû derbas dibin lê ger Rojavayîbe pirsgirêk derdixin û nahêlin derbasbibin. Erka me parastina ewlekariya Kantonê ye. Ji ber vê yekê em gelê ku tên û diçin qontrol dikin. Gel ji bo debara xwe dixwezin biçin lê rastî gelek zehmetiyan tên ji ber vê yekê em dibêjin bila kes welatê xwe bernede û xwedî li şoreşa Rojava derbikeve."
(şa/rc)