Li Kosavayê Pêşangeha ' Te Difikirim '
16:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermenda Têginiyê Alketa Xhafa Mripa li sahaya futbolê ya bajara Pirîştînê pêşangehek ji bo balê bikşîne êrîşên cinsî ya di şerê Kosovayê de pêk hatiye vekir. Di pêşangeha bi navê' Te Difikirim ' de 5 hezar cilên jinan hate raxistin ku bîrên mirovan were zindî kirin.
Paytexta Pirîştîne ya Kosovayê Hunermenda Têginiyê Alketa Xhafa Mripa ji bo balê bikşîne êrîşên cinsî pêşangehek girîng vekir. Pêşangeh li sahaya futbolê bi 5 hezar cilên ku li 45 têlî hatiye raxistin ji bo balê bikşîne şerê Kosova ya 1998-1999'an de pêk hatibû hate vekirin. Di pêşangehê de bi taybetî jî peyama jinên ku rastî êrîşên cinsî hatine tê dayîn.
' Li hemberî êrîşan bêdengiya xwe xira bike'
Alketa, berî şer dest pê bike ji Kosovayê derketiye û derbasî bajarê Londrayê bûye û dema roportajên jinên ku di şer de rastî êrîşên cinsî hatine xwendiye biryara vê pêşangehê girtîye. Alketa, diyar kir ku pêşî ji metafora eşkerekirina cilên qirêj tevgeriyaye lê etekên ku di pêşangehê de hatiye bikaranîn fikren wê guherandiye û fîstanên ku ji têlê cilan tê xwarê bangawaziya kesên ku rastî êrîşan hatine sembolize dike.
' Cudahiya 'Em' û 'Wan' divê tune be'
Cilên ku di pêşangehê de hatiye raxistin, cilên jinên di şer de rastî êrîşan hatine bi xwe ne. Yek ji wan jinan Serokê Dewleta Kosovayê ya 4'emîn û yekemin Serokê jin Atifete Jahjaga jî dema şer rastî êrîşan hatiye û di pêşangehê de cilên wê jî cîh digre. Atifete der heqê êrîşên cinsî de wiha axivî: '' Ji bo ku di nava civakê de ji alî kesên ku rastî êrîşên cinsî tên cudahiya 'Em' û 'Wan' tunebe ev vî karê ku tê kirin pir girîng dibînim.''
'Çi qewimî bû?'
Artêşa Komara Yugoslavya ya Federal dema li hemberî Artêşa Rizgarkirina Kosova û hêzên milîsên wî di sala 1998-1999'an de operasyon pêk anî Şerê Kosovayê jî dest pê kir. Piştî tevlîbûna NATO' yê jî şer veguherî kaosek mezin. Di şer de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û kesên ku rastî êrîşên cinsî hatine bi hejmarekî zelal nê zanîn jî bi texmînî nêzî 22 hezaran e. Li hember vê dozên ku di der barê vê mijarê de hatiye vekirin jî qasî hejmara tiliyan jî tune.
(ch)