Kujerê Cansu Kaya hat girtin

10:48

JINHA

MUGLA - Têkildarî êrîşa zayendiya ser Cansu Kaya û qetilkirina wê Niyazi Demir ê 24 salî û M. P. C ê 17 salî hatin girtin.

Kujerên Cansû Kaya Niyazi Demir ê 24 salî û M. P. C yê 17 sali yên ku li navçeya Ortaca ya Muglayê li hember Cansû Kaya ya 18 salî êrîşa zayendî pêk anîbûn û wê qetilkiribûn hatin girtin. Hat zanîn ku ji qatîlên hatîn girtin Niyazi Demir di nava koma li cenazeyê Cansu digeriyan de cîh girtibû. Piştî karên qatîlên Cansu ya rastî êrîşa zayendî hatî û di nava avê de cesedê wê hatibû dîtin Nîyazi Demir û M. P. C ji gel leşkeriyê di saet 14.00'an de şandin edliyeyê. Dema ku kûjer anîn adiliyeyê komek qerebalix xwestin wan lînc bikin. Leşker û polîsan komê dan sekinandin. Kujerên ku îfade dan dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di dadgehê de jî Niyazi Demir û M. P. C. hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Fethiyeyê.

(zt/ch)