Dayikên Şemiyê: 'Dewlet kuşt û gotin PKK’ê kuştiye’
11:11
JINHA
ŞIRNEX - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 339’emin de aqubata Azîz Gaysak, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Omer Candoruk ku li ber Qereqola Botaş a Silopî hatin binçav kirin û piştre hatin kuştin pirsin. Rêvabirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut diyar kir ku ev kesên winda ne cerdavan bûne jî cerdevan hatine ilan kirin û kujerên wan wek PKK ne hatiye nîşandayin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi daxwaza edalatê li Cizîrê dicivin, çalakiya xwe ya 339’emin pêk anîn. Di çalakiyê de albûma windayiyan hat vekirin. Meya-Der, TUHAD-FED, Kurdî-Der, revebirê HDP, DBP û gelek kes ji bo ku piştgiriyê bidin Dayikê Şemiyê tevlî çalakiya li kolana Hûnerê bûn. Di çalakiyê vê heftê de jî aqubeta Azîz Gaysak, Suleyman Gaysak, Yahya Akman, Omer Candoruk ku dema ji Cizêrê diçun Silopî û li qerekola Botaşê hatin binçav kirin û piştre hatin windekirin pirsîn. Çîroka ev çar kesan ji aliyê rêvebirê MEYA-DER’ê Weysî Durgut ve hat vegotin.
Weysî diyar kir Suleyman Gaysak bi karê sewalkariyê re mijul bûye û dema di 6’ê Adara 1994’de ji bo ko here sewalan bikire bi Azîz Gaysak, Yahya Akman, Omer Candoruk diçe Silpî û li wir tên binçav kirin û piştî sê rojan laşê wan tên dîtin. Weysî diyar kir ku dewletê li van kesan zextê kiriye ku bibin cerdavan û wiha got:” Tevî ku cerdavaniyê qebul nekiribûn jî di nîvîsa ku ji aliyê endamê Jîtemê Cemal Temîzoz ve ji Serdozgeriya Komarê re hatiye nivisî de dibêje ku ‘ Ev kes ji Eşirata Kiçiyanin û cerdavanin ji ber vê em difikirin ku PKK’ê wan kuşti be’ hatiye nivîsandin.”
‘Darizandina Cemal Temîoz xapandine’
Nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat jî axivî û diyar kir ku tevî delîl û şahidên bûyerê jî hene bersuc nayên ceza kirin û wiha axivî:” Kujer niha li derve digerin. Darizandina Cemat Temîzoz û koma wî ji bo xapandinê ye.” Abdulkerim balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku ve heftê jî girtiyek nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye. Abdulkerim di dawiya axaftna xwe de qetilkirina jinan jî rexne kir û got: '' Li vî welatî her roj jinek tê qetil kirin lê hember vê yekê dewlet tû tiştek nake, guhê xwe ji van bûyaran re girtiye.”
(ma/ch)