Şervana YPJ'ê Newroz Êlih li ser milê jinan hate oxir kirin
11:23
JINHA
ÊLIH - Cenazeya Şervana YPJ'ê Sevgî Dogmuş (Newroz Êlih) a ku di hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya dijî çeteyên DAIŞ'ê hatibû dest pê kirin de jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna hezar kesî ve hate defînkirin.
Cenazeya Şervana YPJ'ê Sevgî Dogmuş (Newroz Êlih) a ku di hamleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li Gorîstana Mezderê bi girseyî hate defînkirin. Cenazeya Sevgî Dogmuş li tesîsa Alîcanê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Ayşe Acar Başaran, nûner û rêvebirên HDP, DBP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KJA, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi hezaran welatî tevlî pêşwazikirina cenazeyê bûn.
Konvoya cenazeya Sevgî di nava bajar de bi qorneyan derbas bû. Dema konvoya cenaze derbasbû esnafan dev ji karen xwe berdan û rêzgirtin pêk anîn. Cenazeyê Sevgî ji aliyê jinan ve hate wergirtin û bi meşê birin goristanê. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK,KCK, YPG/YPJ'ê û wêneyên şervana YPJ'ê Sevgî hilgirtin. Di meşê de dîrûşmên wek "Bijî Serok Apo", "Şehîd namîrin", "Ey şehîd xwîna te li erde namîne" û " Ocalan, Ocalan" hatin berzkirin.
Cenazeya Sevgî pîştî ku li mîzgefta gorîstanê vecîbeyên olî pêk hatin, hate definkirin. Bavê Sevgî Ahmet Dogmuş diyar kir ku li şuna Newrozekê dehan Newroz ji bo azadiyê ala hilgirtine.
Piştî axaftinê girse bi dirûşmên "Şehîd nemirin" belav bûn.
(zt/ch)