'Heta Rêbertiya me azad bibe têkoşîna me dê bidome'

12:51

Têkoşîn Tekîn/JINHA

AMED - Jinên ciwan ya Amedê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe yên li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin. Jinan gotin ,"Em ê tu caran têkoşîna rêbertiya xwe ya ji bo jinan ji bîr nekin" û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

Jinên ciwan a DEM-GENÇ'ê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya dan destpêkirin û bi durişmeya "Xwedî li rêbertiya xwe derbikevin" dadikevin qadan. Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji 5'ê Nîsanê heta niha tê asteng kirin. Li Amedê jinên ciwan li hember tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê bertekê xwe nîşan dan û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwez kirin. Li ser navê jinên ciwan Eylûl Ayşe Usal da zanîn ku ew wek jin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan napejirînin û tecrîda ku pêk tê şermezar dikin. Eylûl destnîşan kir ku bi hezaran sal jin rastî tundiya pergalê tê û tune tê hesibandin û anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cesaret da jinê ku bêje 'Ez heme'. Eylûl got: "Rêbertî derfetê jiyana azad ji bo jin ava kir. Em bi saya Rêbertiya xwe îro bi nasnameya jin tevdigerin û daxweza mafê xwe dikin. Emê ji bo azadiya Rêberê xwe ku ji bo mafê me têkoşîn kiriye her dem têbikoşin. Em ê wek jin li qadan parastina azadiya Rêbertiya xwe bikin."

'Gelê Kurd destnîşaniya gelek serkeftinan daye'

Songûl Dîşbudak da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê serkeftina gelê Kurd tehmûl nake û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet tiştê ku nikare bi eşkere li gelê Kurd bike hewldide li Birêz Abdullah Ocalan bike û vê yekê jî bi gelê Kurd bide qebul kirin." Songûl got: "Gelê Kurd bi derbaskirina benda hilbijartinê û pêşdeçûyîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek serkeftinên mezin bi dest xist. Bê guman di heman demê de wendahî jî çêbûn. Hikûmeta AKP'ê dixwaze gelê Kurd bihelîne. Rêbertiya me jî demek dirêj di bin tecrîdê de tê girtin û hevdîtinên bi heyetê re tê asteng kirin, ev rewş dibe sedema gumanan. Rewşa Rêbertiya me çawa ye em nizanin. Pêwîste bi aweyek lezgîn tecrîda li ser Rêberê me rabe, hetan ku ev tecrîd ranebe em ê li qadan ji bo azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin."

'Em tecrîda ku li ser Rêbertiya xwe napejrînin'

Bêrîtan Adigûzel anî ziman ku ev tecrîda ku li ser Rêbertiya wan pêk tê lanet dikin û ji bo şermezar kirina vê tecrîdê wê derkevin kolanan û azadiya Rêbertiya xwe bixwazin. Bêrîtan got: "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya Gelê Kurd e" û wiha berdewam kir: "Pêwîste bi aweyek lezgînî tecrîda li ser Rêbertiya me rabe û hevdîtin û nîqaşên azadî û aşîtiyê pêk were. Em tecrîda ku li ser Rêbertiya xwe napejrînin. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji bo azadiya Rêbertiya xwe pêwîste derkeve kolanan û daxweza azadiya Rêbertiya xwe bike."

'Heta ku Rêberê me azad bibe dê têkoşîna me bidome"

Leyla Îlan jî diyar kir ku heta tecrîd ranebe gelê Kurd dê li kolanan bin. Leyla got: "Azadiya Rêbertiyê ji bo gelê Kurd gelek girîng e, eger Rêbertî azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Em tu caran têkoşîna Rêbertiya xwe ya ji bo jinan bîr nakin. Rêbertiya me ji tunebûnê hebûnê ava kir. Em wek jinên ciwan her dem ji bo azadiya Rêbertiya xwe daketin kolanan û hewildidin ku her dem têkoşînê di asta bilind de bigrin. Em dixwezin ev tecrîd rabe û azadiya Rêberê me misoger bibe. Heta ku Rêberê me azad bibe emê têkoşîna xwe bê navber bidomînin."

(rc/ch)