KJA civîna xwe ya 2'emîn a Meclisa Daimi li Amedê li dar dixe

13:16

JINHA

AMED - KJA civîna xwe ya 2'emîn a Meclisa Daimi li Amedê li dar dixe. Piştî nirxandinên civîna meclisê encamname jî dê were eşkere kirin.

Jinên Kurd, bi diruşma " Bi jina ber bi azadiyê dimeşe re ber bi netewa demokratîk" di 31'ê Çile û 1'ê Sibatê de bi kongerebûyinê guherî û ji navê Tevgera Jinên Azad (DOKH) ê derbasî Kongreya Jinên Azad (KJA) bûn. Li gorî biryarên Kongreya Jinan di 29'ê Gulanê de jî jinan komela xwe ava kirin. Meclîsa Daimi ya KJA yê ku ji 101 delegeyan pêk tê li Sumerpark a Amedê civîna xwe ya 2'emîn dê bigirin. Di civînê de mijarên weke nûneriya wekhev, pêvajoya hilbijartinê, pêvajoya siyasî û bernama xebatê ya ji nû ve nirxandin, sibê jî dê encamname bê xwendin.

(zt/ch)